Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘PKK’ê di rizgarkirina gelên bindest de bi hezaran şehîd dane’

SILAVA ÎBRAHÎM

HESEKÊ – Endamê Rêveberiya Akademiyên Civaka Demokratîk Ebdilxenî Oso got ku PKK’ê di rizgarkirina gelên blindest de bi hezaran şehîd dane û bi saya fikr û fedekariya şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê jiyaneke aştiyane dijîn.

Binêzîkbûna 40’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê di derbarê rola Tevgera Rizgariya Kurdistanê de di giştî destkeftiyên gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê de hevdîtinek bi Endamê Rêveberiya Akademiyên Civaka Demokratîk Ebdilxenî Oso re pêk anî.

Ebdilxenî Oso di destpêka axaftina xwe de salvegera damezrandina PKK’ê ku dikeve 27’ê Mijdar li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got ku 27’ê Mijdar ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye û wiha anî ziman: “Ev partî û nirxên wê ku bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêvebirin, êdî ji bo hemû gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê yên bindest veguheriye bingehekê, nemaze kesên fikra PKK’ê nas bike rastiya jiyana azad nas dike.”

Oso diyar kir ku Kurdên Sûriyeyê ji aliyê desthilatdarên dijminahiya gelê Kurd dikin ve rastî gelek tundiyan hatiye, tevî ku di Sûriyeyê de gelek partiyên siyasî hatine damezrandin, lê mixabin li ser pişta Kurdên Sûriyeyê bûn barek û wiha got: “Bi derketina PKK’ê Kurdên Rojava bi saya piştgiriya partiyê û têkliyên wê yên berfireh û cîhanî karibû destkeftiyên mezin bi dest xwe ve bîne, bi taybet di dema şoreşê de û heta dema niha.”

Oso di axaftina xwe de behsa têgeha netewa demokratîk ku PKK’ê xwedî lê derdikeve kir û da zanî ku bi saya wê rêbertiya hemû pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê tê kirin û biratiya gelan û jiyana hevbeş heta ku gihîşt sîstema federaliya demokratîk hatiye xurtkirin.

Ebdilxenî Oso wiha li axaftina xwe zêde kir: “Bi saya fikr û fedekariya şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê jiyaneke aştiyane jiyan dikin, nemaze ji ber ku PKK’ê li ser riya azadiya gelên bindest bi hezaran şehîd dane û li dijî terora rêxistinên terorîst û di serî de DAIŞ’ê şer kiriye. Şervan û berxwedêrên xwedî fikrên azad ne tenê teror têkşikandin, lê belê veguherîn sembola serfiraziya gelan.”

Oso di berdewama axaftina xwe de behsa rola jinan di nava PKK’ê de kir û wiha destnîşan kir: “Li Ewropa û Rojhilata Navîn gelek partî hatin avakirin, lê di nava van partiyan de rêjeya jinan ji sedî 20 derbas nekirin û li Rojhilata Navîn jî beşdarbûna jinan kêmtirî ji sedî 5 bû. Lê di nava Tevgera Rizgariya Kurdistnaê de jin ji destpêka damezrandina PKK’ê ve di rêjeya jor de ne, nemaze ji ber ku fikra Tevgera Azadiyê ji sîstema baviksalarî ya desthilatdar paqij e. Jinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî êdî ji giştî cîhanê re piştrat kirin ku ew xwedî hêz in û ji bo hemû jinên azad re bûne mînak.”

Oso tekez kir ku berxwedêr û têkoşer û hemû gelên azad li hemberî destdirêjiyên li dijî damezrênerê PKK’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî bêdeng namînin û wiha got: “Heta Rêber Ocalan rizgar dibe her kes dê têkoşîna xwe berdewam bike.”

Endamê Rêveberiya Akademiyên Civaka Demokratîk Ebdilxenî Oso di dawiya axaftina xwe de salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li rihê şehîdan pîroz kir.

(jh)

ANHA