Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘PKK’ê dîwarê paşverûtiyê şikandiye’

HELEB – Jinên mamoste yên bajarê Helebê gotin ku piştî PKK’ê di bin banê ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate avakirin dîwarê rê û resmên civakî yên kevneperest  hate hilweşandin. Jinan got “Van ramanan em gihandin roja me ya îro li Rojava û Bakurê Sûriyê”RIUHA HIMAMI

Bi boneya salvegara 40’emîn a damerzirandina Partiya Karkerên Kurdistanê nûçegihanê ANHA’yê bi gelek jinên mamoste yên taxa Şêxmeqsûd û taxên rojhilatê Helebê re hevdîtin kir.

Jinan di axaftinên xwe de tekez kirin ku bi saya ramanên Ocalan ew azad bûne û gihane asta wekheviya civakî.

Rewa Hemama ku li dibistaneke rojhilatê Helebê mamostehiyê dike di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku ramanên PKK’ê yên derbarê rizgarkirina jinan bi awayekî erênî têne nirxandin û wiha domand:”Ramanên PKK’ê, jin ji bindestiyê derdixe û ber bi azadiyê ve dibe. Ev raman jin ji rê û resmên kevneperest ên civakî jî, xelas kiriye.”SEIVIN EBDO

Rewa ev tişt jî anî zimên:”Piştî tekoşîna PKK’ê ya giranbuha ku ev 40 sal e dewam dike, jinan banga azadiyê kirin û derketin nava civakê û kar û xebat dane meşandin.”

Sevîn Ebdo jî ku mamosteya zimanê Fransî ye got ku di nava hemû aliyên jiyanê de rola jinê heye. Sevîn ev yek wekî encama ramanên PKK’ê bi nav kir û got “Dîwarên paşketinê bi saya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilweşandin.”SOUZAN MAMO

Sevîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha bilêv kir:”Jinan bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên ber bi çav ber bi rizgarkirinê ve avêtine û li hemberî gelek urf û adatên kevneperest sekenîn û li ber xwe dan.”

Ji aliyekî din ve Sozan Mamo ku li taxa Şêxmeqsûd mamosteya zimanê Kurdî dike got ku tenê PKK’ê banga mafên jinê kiriye û bi vê yekê jinê ji fikrên civakên ên kevneperest rizgar kiriye.

(bx/he)

ANHA