Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Planên AKP û PDK û têkoşîna dijî DAIŞ

ANALÎZ

Azîz Koyluoglu

Di heman demê de li ser Minbic û Şengal rewşên êrîşên dijwar tên kirin. Ev êrîş pirr alî  pêk tên. Ne ji aliyê hêzek yan jî dewletek pêk tê, lê armanca wan êrîşan hêza kurd ya demokratike. Lê tişta eşkere dibe ewe, dîsan li ser deskeftiyên gelên herêmê lîstikên qirêj tên kirin.

Dewleta Tirk ji destpêkê ve ne tenê li Rojava, bi gişt li cîhanê li ser navê demokrasiyê, Kurd çi çêbibe dijberiya wê dike. Êdî siyaseta dewleta Tirk ya li dijî kurd biye wek nexweşek  derûnî. Niha dewleta Tirk bi vê derûniya xerab li dijî kurdan şerek daye destpêkirin. Di vî şerî de tu pîvanên exlaqî nasnake û hemû rê, rêbazan bikartîne. Ji wan rêbaz yek jê têkiliyên Dewleta Tirk û Partî Demokratî Kurdistan-Iraq (PDK) ye.

Têkiliyên Partî Demokratî Kurdistan û dewleta Tirk du aliyên wê hene. Yek aliyê aboriye. Dewleta Tirk madeyên hilberîne difiroşe PDK’ê û PDK’ê jî petrola Herêma Kurdistan bi nirxek herî kêm dide dewleta Tirk. Ev têkilî ji aliyê herkesê ve normal bêdît ve jî, perê germ yên ji vê têkiliyê dewleta Tirk bidest dixe, aboriya dewleta Tirk li ser pêyan digre. PDK jî ji têkiliya aborî wek xwe dewlemend dike. Divê navberê de gelê Başûrê Kurdistanê di asta biçîbûnê de jiyan dike.

Têkiliya bingehîn  dewleta dagirker ya Tirk û PDK’ê jî, li ser êrîş û dijberiya Tevgera Azadiya Gelê Kurd e. Ev li ku dibe bila bibe, wiha ye. Ne tenê li erdnîgariya kurdî,  li Ewropa, DYE , Rûsya li ku dibe bila bibe dijberiya liberamberî gelê Kurd ya PDK û dewleta Tirk dewam dike. PDK li dijî bakûr, rojava û başûrê Kurdistan bi dewleta Tirk xwe tevger dike. Gotin dicihê xwe de be, dewleta Tirk li dijî Kurdan çi bixwaze bike, bi destê PDK’ê dike.

Dîroka PDK’ê li dijî PDK-Î û Komela bi dewleta Îran re tevgeriya. Li ser tankên Seddam li dijî YNK’ê şer kir. Bi dewleta Tirk re, li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji sala 1982’an heta niha şer dike. Îro jî li dijî rojavaya Kurdistan û dijî Êzdîyan bi dewleta Tirk û çeteyên sûnî êrîşan lidar dixe. Ev êrîşên îro li ser Şengal û Minbiçê tên lidarxistin, dubarekirina dîroka PDK’ê ye.

Têkiliyên PDK’ê û dagirkerên li ser Kurdistan tu carî stratejîk nebûn. PDK her çend ev têkiliya ji xwe wek heremek xwe dane jiyankirin xwest bikaranîn jî, lê di rastî de rewşek wiha nebû.

PDK, vîtrîna dijminên Kurdan e.

Kîjan dijmênê kurd bixwaze komkujiyên li dijî Kurdan rewa bike û kurdan wek “teror” binav bike, PDK dardestê wane û ji wan re dibe alîkar. Aliyê sosret çiye, ev li ser navê Kurdêtiye dike.

Ev çima dibin? Çima divê demê de êrîş zêdebûn?

Ji niha ve herkes ketiya pê bazara piştî DAIŞ ji holê rabibe. Bi derketina DAIŞ ve îttîfakên pêştî şerê cîhanê duyemîn pêştî şerê sar hilweşiyan. Gelek hêzên dostbûn bihev re bû nakok û gelek hêzên dijmênê hevbûn nêzîkî hevbûn. Niha herkes dibêje ku ev îttifakên bidijberiya DAIŞ re hatiye avakirin wê dewam bike ya na.

Xuya bû ku DYA di çarçova Sûriyê de bi hêzên Sûriyê demokratik xwe tevger bike. Pentagon plana xwe ya lidijî DAIŞ pêşkeşî Donald Trump kir. Li gora agahiyên destpêkê DYA wê êdî bi Hêzên Sûriyê Demokratîk re xwe tevger bike. Ev ne tenê wê tevgerbûna leşkerî bimîne, wê gavên siyasî jî bênavêtin. Dîsan her çend Rûsya xwe rejîma Sûriyê re tevger dike jî, lê bi Kurdan û dostê wan re jî têkiliyekî xwe baş heye. Lêhev kirina Meclîsa Leşkerî ya Minbiç û Rûsya ev dide îspat kirin.

Her çend dinav bera dewletê herêmê nakokî hebin jî, di vê demê de diplomasiyek balkêş liser PDK’ê hebû. Ji aliyekî serokê PDK’ê Mesûd Berzanî çû Tirkiyê ev eşkere pêkhat. Lê  Cigirê wê Nêçîrwan Berzanî bişiwazek veşartî serdana Şam kir. Li gorê vê Nêçîrvan Barzanî ji serokê îstihbara Sûrî Elî Memlûk xwestiye ku li Minbiçê êrîşî çeperên Meclîsa Leşkerî Minbiçê bike. Balkêşe di heman rojê balafirên rejîmê êrîşê gundê Minbiçê kirin.

Dîplomasiya serok û cigirê PDK’ê bi Tirkiyê û rejîma Sûriyê re li ser ev aliyan bûn. Li gora ev plana wê dewleta Tirk û çeteyên xwe êrîşî Minbiç û Efrîn bikin, rejîma Sûriyê jî di  başûrê Minbiçê wê êrîş Minbiçê bikra. Çeteyên PDK û AKP’ê  destpêkê êrîşî Êzîdiyê Şengal, pêşt re jî êrîşî Rojava bikin.

PDK çima vê dike?

PDK bi salane li ser navê Kurdan li cihanê xwe dewlemend dike, gelê Kurd dibin zilma dagirkeran dinale. Bi destkeftiyên Rojava û nasîna wê diqada navnetewî de, êdî PDK’ê vê rola xwe jidest dide. Ev jî PDK’ê hinek jî bi dijmênên Kurdan nêzîktir kir. Berê ji bo berjewendiyê dijminê Kurdan, niha ji bo xwe jî ketiye nava tevgerê.

Hêzên Cîhanî Rûsya, DYA, hêzên herêmê  Îran, Tirkiye bihinceta DAIŞ li ser axa Sûriyê û Iraq’ê ne. Wan hêzan dixwazin piştî tinekirina DAIŞ jî li herêmê bimînin. Ji bo wê ji niha ve ketine pêşbirka dijberê xwe tine bikin û hevkarê xwe xurt bikin. Diyar bû ku tercîha Rûsya jî DYA Kurdên. Lê Rûsya xwe bi rejîma Sûriyê jî tevger dike. Ev wê piştî DAIŞ jî bidome.