Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Platforma Nûçegihanên Jin ên Mezopotamyayê Denîz Firat bi bîr anî

NAVENDA NÛÇEYAN – Platforma Nûçegihanên Jin ên Mezopotamyayê Denîz Firat a ku ji ber êrîşa DAIŞ’ê sala 2014’an jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî.

Platformê diyar kir ku ew ê têkoşîna Firat bidomînin û got, “faşîzm her ji kîjan alî ve û çawa jî were em ê her li pey rastiyê bimeşin.”

Platforma  Nûçegihanên Jin ên Mezopotamyayê ji bo nûçegihan Denîz Firat (Leyla Yildiztan) ku 8’ê Tebaxa 2014’an di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ya li ser Mexmûrê jiyana xwe ji dest dayî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de li ser nûçegihan Denîz Firat ev agahî hate dayin: “Denîz piştre hînî xwendin û nivîsandinê bû. Hê di temenekî ciwan de dest bi têkoşîna azadiyê û nûçegihaniyê kir. Ew keçika biçûk a ku bi xwendin û nivîsandinê nizanîbû, dest bi nivîsandina gotaran kir. Li Mexmûrê mal bi mal geriya, ji bo ku rastiyê bigihîne mirovan rojname belav kir, bi gotarên xwe, bi dîmenên ku girtî û nûçegihaniya şer ji bo çapemaniya azad gelek xebat kirin.”

Platforma Nûçegihanên Jin bal kişande ser hêla civakî ya Denîz Firat û got: “Firat ku di jiyana xwe ya mişextiyê de tim şahidî li têkoşînên mezin kir, li gel her tiştî jî hêvî û azweriya li azadiyê kire rengê jiyana xwe. Heta hilma xwe ya dawî, bi kamereya xwe li nav gel bû, bi dîmen, wêneyên ku girtî komkujiyên ku hatine kirin gihande ber raya giştî.”

Platformê wiha domand: “Em careke din dubare dikin ku em ê bibin şopdarê têkoşîna Denîz Firat, dilsozê bîranînên wê bin. Em ê peywira wê ya ku nîvrê hiştî bi hişmendiyeke berpirs bi cih bînin.

Faşîzm her ji kîjan alî ve û çawa were jî, em ê dev ji şopandina rastiyê neqerin. Em ê bi kamerayên xwe, li eniyên pêş ên têkoşîn, berxwedan û heqîqetê cihê xwe bigirin.”

(kc)