Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Polîsên Filanda: Kesê êrîşa duh pêk aniye ji Mexiribê ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsên Flanda diyar kirin ku kesê li bajarê Torko ya Flandayê êrîşa bi kêrê pêk aniye mexiribî ye.

Duh li bajarê Flanda kesekî bi kêrê êrîşî welatiyan kir. Di encamê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Polîsên Flandayê têkildarî bûyerê vê sibê dan xuyankirin ku kesê êrîş pêk aniye ji Mexiribê ye û temenê wî 18 saliye û gotin ku lêpirsîn di êrîşa teroristan de hîn jî didome.

Saziyên Çapemeniyê jî diyar kirin ku polîsan girtin ser maleke li rojhilatê bajarê Torko û di encamê de hin kesên ku şubhet li ser wan hene ku destê wan di êrîşê de heye girtin.

(bx)

ANHA