Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Projeyeke xizmetguzariyê pêdiviya koçberan a avê bi cih dike

 EYN ÎSA – Rêxistina Alîkariyê ya Konsêrn, tureya avê li kampa koçberan a Eyn Îsa amade kir û avê li tevahî koçberan belav dike.

Meclîsa Sivîl a Reqayê û Şaredariya Gel, ji destpêka vekirina kampa koçberan li navçeya Eyn Îsayê , ji bo alîkardayîna bi koçberan re  bi hevkariya hin rêxistinên alîkariyê re tevdigire.EIN ISA-REWSA-KOCBERA1 ‫(186319361)‬ ‫‬

Şaredariyê di destpêkê de, bi sarîcan av li koçberên kampê belav dikir. Lê bi zêdebûna hejmara koçberan re, derfetên şaredariyê têrê nedikir ku rojane gelek cara avê li kampê belav bike.

Li ser vê yekê, rêxistina Konsêrin bi hevkariya Meclîsa Sivîl a Reqayê dest bi projeya kolandina bîrên avê kirin û bi riya xizanan û tureyên avê yên mezin avê belav bikin.

Rêxistinê xetên avê li ser 2 qonaxan belav kir. Firehiya tureyê 2 hezar û 500 metir û di qonaxa duyemîn de jî dê 3 hezar û 500 metir li kampê belav bike.

Ji beşê yekemîn yê kampê heta şeşemîn bi rêya bîrên hatine kolandin, tureya avê hatiye belavkirin. Daynemoyên avê li ser bîran hatine danîn û avê li 500 m belav dike.

45 xezanên mezin û 138 ên biçûk di kampê de hatine bi cihkirin, xezanên mezin û biçûk wek tureyekê bi hevudin û dû ve hatine girêdan, 8 xezan mezin bi 20 xezanên biçûk ve hatine girêdan. Firehiya her yekê 25 bermîl in, koçber bi vê yekê pêdiviya xwe ya avê digrin.

Beşê duyemîn ji bo  kerta şeşem heta ya 8`emîn e, 25 xezan têde hatine bi cihkirin, her xezanek 5 m ji hev dûr in û rojene ji bi riya sarîcên avê têne dagirtin.

Têkildarî mijarê, berpirsyarê beşê avê yê rêxistina Konsêrin Mihemed Xişman, ji ajansa me re axivî û rola mezin a rêxistinê ji bo peydakirina avê û mekanîzmeya belavkirinê li koçberan da nîşandan.EIN ISA-REWSA-KOCBERA1 ‫(1)‬

Xişman diyar kir ku rêxistinê av li tevahî koçberan belav dike û niha jî pirsgirêkên daynemoyên avê sererast dike.

Kampa Eyn Îsa ya koçberan, di tebaxa sala borî de, hat vekirin. Zêdeyî 10 hezar koçber di nav de bicih dibin.

(rr)

ANHA