Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pûtîn namzetiya xwe ya ji bo serokatiyê ragihand

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku di hillbijartina serokatiyê ya 2018an de dibe namzet.

Pûtînî derbazeta xwe ya serokatiyê de daxuyaniyek da.

Serokê Rûsyayê yê niha ragihand ku niyeta wî heye ku bo cara duyem bibe namzetê hilbijartinên serokatiyê yên sala 2018‘an û wiha got: Ez ê namzetiya xwe ji bo meqamê serokatiya federasyona Rûsyayê pêşniyaz bikim.”

Hilbijartinên Serokatiya Rûsyayê dê di 18‘ê Adarê bi rê ve biçin.

Pûtîn bi vê namzetiya xwe dê ji bo cara çaran bibe namzet. Sala 2000‘an cara yekem wek serok hatibû hilbijartin û paşê sala 2004‘an dîsa hatibû hilbijartin û sala 2012‘an serokwezîrîtî kir. Piştî wê di sala 2012an de careke din wek serokê Federasyona Rûsyayê hat hilbijartin.