Têkilî | Derheqê me de
ANHA

PYD′ê bêdengiya navneteweyî li hember êrîşên Tirkiyê şermezar kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Giştî ya PYD′ê bêdengiya navneteweyî li hember êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê şermezar kir.

Meclîsa Giştî ya PYD′ê derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

″Dewleta Tirk li ser tevahî Bakurê Sûriyê (taybet Efrînê) ambargoyek ferz kiriye. Her wiha Tirkiyê bi riya komên çete hewl dida ku çareserkirina aloziyên Sûriyê asteng bikin. Her wiha êrîşî sivîlan kirin û ziyan gihandin berhemên wan ên çandiniyê. Her wiha operasyonên guhertina demografiyê jî didan meşandin.

Tirkiye ne tenê gefan li Efrînê û Rojavayê Kurdistanê dixwe, lê gefan li tevahî Sûriyê dixwe û hewl dide herêmên di bin dagirkeriya wê de fireh bike û projeya Federal têk bibe. Ji bo Tirkiyê bigihêje vê armancê destek dide çeteyên DAIŞ′ê û Cebhet Fetih El-Şam.

Em van siyasetên Tirkiyê yên  dijminane û bêdengiya navneteweyî li hember vê yekê bi tundî şermezar dikin.  Efrîn bi vîna gelê xwe ji gefên Tirkiyê bi hêztire. Dê gelê herêmê li gel hêzên QSD/YPG/YPJ′ê li hember hêzên dagirker li ber xwe bidin û xwîna şehîdên me li erdê namîne″.

 (mm)

ANHA