Têkilî | Derheqê me de

PYD: Aliyên li hemberî komkujiyan bêdeng bimînin, di komkujiyan de hevkar in

Dîmen

QAMIŞLO – Meclîsa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destnîşan kir ku hemû hêzên li hemberî komkujiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê bêdeng dimînin di van komkujiyan de hevkar in û got “serkeftin para berxwedana serdemê ye”

Meclîsa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û li pêşiya navenda xwe ya bajarê Qamişlo ji aliyê berdevkê PYD’ê Ciwan Mistefa ve hate xwendin.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

“Ev nêzî du hefte ne berxwedana serdemê ya Efrînê berdewam dike. Ev berxwedana gel ku bi berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê û giştî şervanên QSD’ê re bûye yek; bi tena xwe li hemberî hovîtiyê li berxwe dide. Komkujiyên ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê li rex 25 hezar çete û terorîstên El-Qaîdê, Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl pêk tîne, di van êrîşên xwe de hemû teknolojiya leşkerî bikar tînin û çekên qedexekirî yên weke Napalm û bombeyên goşî bi kar tîne.

Dagirker di êrîşên xwe de her wiha mizgeft, dêr, navendên tenduristî, dibistan û binesaziyên herêmê armanc dikin. Heta niha bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne û piraniya wan jin û zarok in. Her wiha piraniya qurbaniyan jî ji deverên cûda yên Sûriyeyê koçberî Efrînê bibûn. Artêşa Tirk dixwaze welatiyên sivîl bitirsîne û hemû şêwazên ewlehiyê li Efrîê tune bike. Her wiha armanca wê ew e ku rêxistina DAIŞ’ê ku rûyê duyemîn a rêjîma Tirkiyeyê ye ji nû ve vejîne da ku bi destên wan guhertineke demografîk li herêm pêk bîne.

Rêjîma Tirkiyeyê û DAIŞ’ê bi heman zihniyetê tevdigerin û heman rêbazan bikar tînin. Çeteyên DAIŞ’ê gelek deverên kevnar û dîrokî yên weke Palmîra hilweşandin û balefirên artêşa dagirker a Tirkiyeyê jî  keleha Horî, keleha Samanê û perestgeha Endarê ya kevnar armanc dike û di encamê de ziyanên mezin bi van deverên kevnar bûn. DAIŞ û Tirkiye heman rêbazên Nîron û Hetler bi kar tînin.

Em weke Meclîsa PYD’ê berxwedana serdemê ya Efrînê  silav dikin û fedekariya şehîdan ku xwîna xwe fedayî axa welat kirine buha dinirxînin ên weke têkoşer Avesta Xabûr. Em bêdengiya civaka navnetewî li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û terorîstên wê bi tundî şemezar dikin. Eger civaka navnetewî bêdengiya xwe berdewam bike ev tê wateya ku ew jî di van komkujiyan de hevkar in. eger ev bêdengî pêk neyê ti carî dewleta Tirk nikare binpêkirina xwe ji pîvanên navnetewî bidomîne.

Em bang li hemû hêz û partiyên Kurdistanê û hêzên demokrasîxwaz ên Sûriyeyê û cîhanê dikin ku alîkariya doza Efrînê bikin ji ber ku doza Efrînê doza giştî pêkhateyên Sûriyeyê ye û bi taybet dozeke Kurdî ye û doza Efrînê dozeke niştimanî ya demokrasiya Sûriyeyê ye. Ji ber ku projeya çareseriya demokratîk girêdayî federaliya demokratîk e û ev yek herî zêde rêjîma faşist a Tirkiyeyê û giştî sîstemên desthilatdar ditirsîne. Êdî dema guhertinê hatiya demokratîk hatiye ku hemû pêkhate azadiya xwe bistînin. Em ji hemû aliyan dixwazin ku dengê berxwedana Efrînê bi hemû rêbazên aştiyane bilind bikin da ku layiqî fedekariya şehîdên Efrînê be. Serkeftin para berxwedana serdemê ya Efrînê ye.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê”

(jh)

ANHA