Têkilî | Derheqê me de
ANHA

PYD: Em ê heta têkbirina komployên dagirkirinê li ser riya berxwedanê bin

Dîmen

EFRÎN – Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya Efrînê diyar kir ku ew ê heta dawî li ser xet û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan  tekoşîna xwe bidomînin û ji bo avakirina Sûriya Fedral a Demokratîk kar bikin. PYD’ê her wiha da zanîn ku ew ê tekoşîna xwe ya ji bo têkbirina planên AKP’ê bidomînin.

Bi nêzîkbûna roja 15’ê Sibatê roja komploya li dijî Ocalan, PYD’ê ya Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya PYD’ê ya Efrînê bi beşdarbûna dehan endamên PYD’ê hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Endamaê Desteya Rêveber a PYD’ê Esed Menan ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev 19 sal in ku komploya navneteweyî hîn jî li dijî Rêber APO didome. Êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ku di 20’ê mehê de dest pê kir û di encamê de bi sedan welatiyên sivîl ku hejmareke zêde zarok, jin û kalepîr jî di nava de berdewama komployê ye. Êrîş li ber çavên dewletên cîhanê û rêxistinê navneteweyî û mirovî pêk tê.

Hemû cîhan îdayên Erdogan û behaniyên wî yên dibêje ku DAIŞ li Efrînê heye, dizanin. Îda dike ku Efrîn metirsînê li ser ewlekariya netewî ya dewleta Tirk çêdike. Ev hemû îda ji rastiyê dûr in. Armanca wan ew e ku dîmografiya herêmê bidin guhertin, dibêjin ku ew ê piştî Efrînê berê xwe bidin Minbicê û tevahî herêmên Bakruê Sûriyê. Armanca wan ji van êrîşan ew e ku pirojeya fedraliya demokratîk ku hemû gelên Bakurê Sûriyê hêvî dike têk bibin.

Li ber van êrîşên dijwar tu riyên din ji bilî berxwedanê nîne da ku planên AKP û hevkarê wê MHP têk biçe.

Di heman demê de em komploya navneteweyî ya li dijî gelê kurd û êrîşa hovane ya li ser Efrînê, hemleyên qirkirina çandî ku bi hedefgirtina herêmên dîrokî û goristanên şehîdan şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê berxwedana gelê Efîrnê komploya wan vala derbixe.

Em soz didin ku em ê heta dawî li ser felsefeya Ocalan a neteweya demokratîk tekoşîn bikin da ku Sûriya fedral ne navendî ku hêviyên gelên Rojhilata Navîn pêk bînin, ava bikin.”

piştî xwendina daxuyaniyê beşdaran bê navber diruşme beriz kirin û dawî li çalakiya xwe anîn.

(dc)

ANHA