Têkilî | Derheqê me de
ANHA

PYD: Yekîtiya neteweyî misogeriya ewlekariya Rojhilata Navîne  

NAVENDA NÛÇEYAN – PYD′ê bang li hêz û partiyên demokratîk ên Kurdî, Sûrî û Kurdistanî kir ku beşdarî xebatên avakirina yekîtiya neteweyî bibin û da zanîn ku ev yek misogeriya ewlekariya Rojhilata Navîne.

Meclîsa Giştî ya PYD′ê derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Efrînê, helwestên ENKS′ê li Sûriyê û banga avakirina yekîtiya neteweyî de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

″Li Rojhilata Navîn di bin navên cûda de alozî dide. Hat zanîn ku rêxistina terorê ku Cebhet El-Nusra, Ceyş Fetih El-Şam  û komên girêdayî wan cihê xwe di nav de digirin, hebûna Kurdan tehdît dike. Ev yek di komkujiya Til Eran û Til Hasil a ku di Tîrmeha sala 2013′an, komkujiyên ku di Tebaxa sala 2014′an de li dijî gelê Êzidî yê Şengalê, her wiha komkujiya ku di Îlona sala 2014′an de li Kobanê pêk hat, pêk hatin, hat xuyakirin.

Destkeftiyên ku li Rojava û Bakurê Sûriyê hatin bidestxistin, jiyana bi ewle û hevbeş a di navbera gelên herêmê de, bi saya fedekariya bi hezaran şehîdan pêk hatin. Di vê demê bi Kurd hêza xwe ya demoratîk, li qadên Sûrî, herêmî û naveneteyî roleke girîng dilîzin û şervanên YPG/YPJ′ê bi piştgiriya hêzên navnetewyî, derbeyên mezin li dewleta xîlafetê dixin. Ev yek bandorê li ser ajandayên sîstemên netewperest û olperest dike. Ji ber vê ev sîstem dewleta xîlafetê hê bi hêz dikin.

ENKS′ê şerê taybet ê ku istixbaratên Tirkiyê dide meşandin û hebûna DAIŞ′ê û El-Nusra diparêze.

KNK′ê xebatên lidarxistina hevdîtina şêwirmendî dike. dostên gelê Kurdistanê jî avakirina yekîtiya neteweyî girîng dibînin. Lê Rêveberên ENKS′ê piştgiriya dijmin dikin, ajandayên wan pêk tînin û bi hemû derfetên xwe hewl dide ku çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê û pêkanîna sîstama Federaliya demokratîk, bi ser nekeve. Her wiha hewl dide lihevkirin di navbera gelê Kurd û gelê Sûriyê de pêk neyê.

Em êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Efrînê û Şahbayê şermezar dikin. Em vê êrîşê wekî êrîşeke li dijî gelê Kurd û tevahî gelê Sûriyê bi nav dikin. Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin da dewleta Tirk a dagirker bin bikeve û ji axa Sûriyê derkeve.

Em bang li tevahî hêz û partiyên demokratîk ên Kurdî, Sûrî û Kurdistanî, her wiha kesên bi rûmet ên di nava ENKS′ê de cih digirin, dikin ku kiryarên ku van kesên bi êrîşî gelê me dikin rawestînin.

Ji Rojavaya azad ber bi Sûriyeke demokratîk ve.″′

(mm)

ANHA