Têkilî | Derheqê me de
ANHA

PYD`ê buroya xwe ya duyemîn li Helebê vekir

Dîmen

HELEB – Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) buroya xwe ya duyemîn li bajarê Helebê, vekir.HLB-VEKIRINA-NAVENDA-PYD-LI-HELEB (2)

Buroya PYD`ê bi şahiyekê li taxa Heyderiyê ya Helebê, hate vekirin. Di şahiya vekirinê de, nûnerên TEV-DEM`ê, MSD, meclîsên taxên rojhilat ên Helebê, Kongreya Star û gelek partiyên siyasî amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê hate destpêkirinn. Paşê, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê ya herêma Firatê Eyşe Efendî, Endamê MSD`ê Cozêf Qeblan, ji rêveberên Koalîsyona Niştimanî ya Demokratîk Welîd Nesan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Delal Kino, Endama Kongreya Star Semîra Şêx û Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê ya taxên rohilat ên Helebê Behiye Îbrahîm, axîvin.

Axaftivanan vekirina buroya PYD  û serkeftinên dawî ku li Bakurê Sûriyê hatin bidestxistin, li hemû şêniyên Helebê pîroz kirin.HLB-VEKIRINA-NAVENDA-PYD-LI-HELEB (1)

Her wiha di axaftinan de, bal li ser rewşa Sûriyê û taybet rewşa Bakurê Sûriyê û giringiya yekîtiya gelan, hate kişandin. Di heman demê de, axaftivanan, rola PYD`ê di xizmeta gelê Kurd de, bi bîr xistin.

Piştî axaftinan, deriyê buroyê ji aliyê dayîkên şehîdan ve  hate vekirin.

(kc)

ANHA