Têkilî | Derheqê me de
ANHA

PYD`ê sersaxî ji Tevgera Goran re xwest

NAVENDA NÛÇEYAN  – Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) ji ber wefata Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mustefa, sersaxî ji Tevgara Goran û malbata wî re xwest.

Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokartîk Salih Muslim û Asya Abdullah, ji bo wefata Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mustefa peyama sersaxiyê dan. Di peyamê de ji malbat û hevalên Newşîrwan Mistefa re sersaxî hate xwestin.

Di peyamê de ev tişt hat gotin:

“Bi xemgînî me xebera mirina Newşîrwan Mistefa Damezrênerê Tevgera Goran a li Başûrê Kurdistanê bihîst. Mirina wî windahiyeke ji bo hemû hêzên demokrat û bi taybet gelên kurdistanê û doza wî ya wekhev ku hewl dida çareseriyekê jêre bibîne.

Em jî wek Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji malbata Newşîrwan û hevalên wî di Tevgera Goran de sersaxiyê û sebrê dixwezin û sersaxiyê ji xwe re û tevahiya gelên Kurdisatnê dixwezin ji ber ku kesayeteke wek Newşîrwan Mistefa kesayeteke siyasî akadimî û niştîmanî bû”.

 (jo)

ANHA