Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Qada şerê polîtîk û leşkerî: Minbic

DOSYA

NAZDAR EBDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Bajarê Minbicê careke din vedigere maseya planên parvekirina herêmê. Ev bajarê biçûk ê li rojavayê Firatê, hevsengiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn a di navbera hêzên navneteweyî de nû kir û hewlesta piştevaniya QSD’yê xurtir kir.

Serdana Serokê PDK’ê ya Tirkiyeyê, ku di 26’ê Sibata vê salê de pêk hat, gelek pêşketinên ku li qada rojava û başûrê Kurdistanê pêk dihatin, asteng kir. Yekser êrîşên li dijî Minbic û Şengalê jî vê yekê piştrast  dikin.

Li Şengalê tişta balkêş ew e ku, îcar êrîşên çeteyên PDK/AKP’ê di bin navê “pêşmergeyên Rojava” de pêk tên.  Dibe ev jî planeke rêvekirina li pêşiya derxistina şerekî nû li Rojava be û ev car bi destê kurdan pêk be. Rayedarên PDK’ê jî gefa “Eger PKK li Şengalê şer ranewestîne, em ê şer derbasî Rojava bikin” xwarin. Ji xwe ji bo vê “pêşmergeyên Rojava” amade ne.

Her wiha bi van êrîşan re hemwext, li herêmên Şehbayê koma çeteyên Azadî derdikevin û li xwe mukir tên ku ew jî di bin sîwaneya çeteyên Tirkiyeyê de li dijî QSD’ê şer dikin û dixwazin zemînek ji derbasbûna Pêşmergeyên PDK’ê yên ji Rojava re ava bikin.

Hevsengiyeke nû!

Li Minbicê jî êrîşên çeteyên AKP’ê û komên girêdayî wan ev 10 roj in gur bûne. Piştî ku rejîma Baasê di 27’ê Sibatê de riya firehbûna çeteyên AKP’ê li Sûriyeyê girt, çeteyên AKP’ê yekser berê xwe dan Minbicê.

Lê li aliyek vê tabloyê hevsengiyek balkêş li holê ye. Cara yekemîn piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn (şerê li hemberî faşîzma Hîtler) Rûsiya û Amerîka di eniyekê de dicivin û li hemberî êrîşên AKP’yê piştgiriya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikin.

Minbic, helwesta hêzên navneteweyî eşkere kir

Êrîşên çeteyên AKP’yê û komên girêdayî wan li dijî Minbicê, di polîtîkaya rojane ya herêmê de û çapemeniya cîhanê de cihek mezin girt. Bi vê êrîşê re dihat xwestin careke din herêm bê parvekirin û hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê bê firehkirin û mayindekirin.

Di rojên dawî yên meha Sibatê de, piştî çeteyên AKP’ê bajarê Babê girtin, Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku “Piştî Babê dê berê xwe bidin Minbicê.ʺ Tirkiye dixwest helwesta DYA’yê di mijara parastina Minbicê û derketina şerekî di navbera Tirkiyeyê û QSD’ê de bizanibe. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di hevdîtinek xwe de behsa mijarê kiribû û wiha gotibû: “Dewleta Tirk ji bo ku xwe li ser DYA’yê ferz bike, rêveberiya nû ya Amerîkayê mecbûr bihêle ku tercîhekê bike, dibêje ‘an ez, an jî YPG’ û qala Minbicê dike. Derdê Tirkiyeyê ew e ku, rêveberiya Amerîka ya nû ji wan re cih veke.” Lewra di 1’ê Adarê de rêze-êrîşan dest pê kir.

Bersivên Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Rûsiya û Amerîkayê

Di 1’ê adara 2017’an de çeteyên AKP’ê û komên girêdayî wan; ji Gorhiyok, Xalîde û Olaşlî yên ku 27 kîlometre dikevin rojavayê bajarê Minbicê, dest bi êrîşên dijî Minbicê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê demildest bersiva êrîşan dan û li herêmê şerekî dijwar rû da. Di encamê de 12 çete hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn. Her wiha 2 panzêrên Arêtşa Tirk derbe kirin û panzêrek ji cureya BMB jî ket destên şervanan.

Rewşa Amerîka

Di roja duyemîn a êrîşan de, Koalîsyona navneteweyî li bakur û rojavayê Minbicê hêzên xwe zêde kirin û peyama parastina Minbicê dan. Paşê di 4’ê Adarê de jî car din ev hêz zêde kir.

Her wiha di heman roja ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik gefa “Eger QSD ji Minbicê venekişiya dê derbeyên giran li hêzên wan bixin” xwar, Berdevkê fermî yê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞʹê Joon Doryan li ser malpera xwe ya twîtterê diyar kir ku artêşa wan hebûna xwe li Minbicê zêde kiriye da ku rê li ber êrîşeke muhtemel were girtin.

Rewşa Rûsiya

Di heman rojê de jî, Meclîsa Leşkerî ya Minbic û gundê wê diyar kir ku ʺBi armanca parastina sivîlan û dûrxistina wan ji wêraniya şer û êşên ji ber derdikevin, her wiha bi armanca parastina ewlekariya bajarê Minbicê û gundê wê, ji bo niyet û planên dewleta tirk a dagirker ku dixwaze herêmên din ji Sûriyeyê dagir bike vala werin derxistin, wan bi Rûsiya re tifaq kiriye ku gundên rojavayê Minbicê yên di navbera wan û artêşa tirk û çeteyên wê (Diri El-Firat) de ne, radestî Parazvanên Sînor ên girêdayî dewleta Sûriyeyê bikin.

10 roj in berxwedan bê navber didome

Lê dîsa jî plana êrîşên li dijî Minbicê ranewestiyan û li gundê Til Torîn û Tûta û bi riya DAIŞ’ê jî li gundên Misterîha, Cedîde, Hiwêke, Holaşa û Xalda yên dikevin başûr û rojavayê Minbicê fireh bûn.

Di 3’yê Adarê de, şervanan di bersiva êrîşan de û ji bo xweparastinê, gundê Cibilihêmer a ku 34 kîlometre dikeve rojavayê Minbicê, rizgar kirin.

Di heman rojê de çeteyên AKP’yê li aliyê rojava hewl dan derbasî  gundên Olaşlî, Gorhiyok û Til Torîn bibin û çeteyên DAIŞ’ê li aliyê başûr hewl dan derbasî gundên Misterîha û Til Hozan bibin. Lê hewldanên her duyan jî vala derketin.

Di 4’ê Adarê de jî, êrîşên çeteyên Tirkiyeyê gundên Boxaz, Tiwêrîn û El-Xalidiyê jî xistin hedefa xwe. Ligel gundên berê hatibûn binavkirin, çeteyan bi çekên giran êrîşî her du gundên dawî jî kirin.

Di encama bersivdayîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de 19 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, erebeyeke doçka barkirî hat rûxandin, erebeyeke BMB hat derbkirin û tankek hat bêbandorkirin.

Di 5’ê Adarê de, îcar gundê EL-Boyehîc derbasî çarçoveya hedefên artêşa tirk a dagirker bû. Li vir jî bersiva şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat dîtin.

Di van rojan de, Artêşa Tirk a dagirker balafirên keşfê li ser herêmê digerandin.

Di 7’ê Adarê de jî, pevçûn li gundê El-Wexaz derket. li vî gundî di encama pevçûnan de, 16 çete hatin kuştin. Her wiha şervanan maşîneyeke zirxî ya artêşa dagirker rûxandin.

Di 8’ê Adarê de jî çeteyan gundên Boxaz û Xadle yên li rojavayê Minbicê bi hawanên ku madeyên kîmyewî tê de bûn, topbaran kirin. Di bersiva êrîşên vê herêmê de jî şervanan tangeke çeteyan ruxandin. Her wiha 7 çeteyên Artêşa Tirk hatin kuştin.

Di 9’ê Adarê de jî, Artêşa Tirkiyeyê riya koçber ji bo derbasbûna Minbicê bikar tînin hedef girtin û topbaran kirin. Di encamê de 8 leşkerên rejîma Sûriyeyê yên parstina sînor dikin, hatin kuştin.

Encama pevçûn û êrîşên 10 rojan

Li gorî encamên şerên 10 rojan, ku li herêma Minbicê rû dan û agahiyên ji navenda ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatine girtin; heya niha derdora 116 çeteyên Artêşa Tirk û DAIŞ’ê hatine kuştin. Her wiha 2 erebeyên BMB hatine teqandin, 2 panzêr û 2 tang hatine rûxandin. Ligel van jî miqdarek mezin a çek û cebilxaneya çeteyan hatiye bidestxistin.

Li aliyê din, di encama êrîşan de 2 sivîl û 9 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî şehîd ketin.  Her wiha di heman dema ku êrîş pêk dihatin de, derdora 50 hezar koçberî xwe gihande Minbicê.

Keraseta Mirovahî

Di navbera 1 û 10’ê adarê de, nêzî 50 hezar koçberî xwe spartin Minbicê. Piraniya van koçberan ji bajarokên El-Xesfe û Dêr Hafir û gundewarên wan ku dikevin başûrê bajarê Minbicê ne. Ji ber pevçûnên di navbera rêjîma Sûriyeyê û çeteyên DAÎŞ’ê de ev welatî koçber bûn. Li aliyê din jî şêniyên gundên Babê ji ber kiryarên Artêşa Tirk û çeteyên wê koç dikin.

Tevî derfetên kêm û hindik yên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û saziya wê ya alîkariyê, alîkarî li van koçberan tê belavkirin. Dîsa rojane 10 hezar turên nan li koçberan tê belavkirin.

Hê jî êrîşên çeteyên AKP’yê bê navber li ser vî bajarê ku malovaniya dehhezaran koçber dike berdewam dikin. Ev yek, li ser jiyana van koçberan fikarên metirsiyê çêdike.