Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Qadên Newrozê bi kesk, sor û zer hatine xemlandin

NAVENDA NÛÇEYAN – Qadên Newrozê yên bajarê Heseke, Tirbespiyê, Amûde û Til Temir hatine amade kirin û dê Hêzên Asayîşê û HPC`ê parastina qadan bikin. Qadên şahiyan bi rengên kesk, sor û zer hatine xemilandin.

HESEKE

Komîteya Amadekar a cejna Newrozê dika û ciyê Newrozê amade kir. Dika şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM`ê, YPJ/YPG`ê, QSD`ê û Kongreya Star hat xemlanin. Her wiha ji bo mêvanan jî kon hatin vedan.

Komîteya Amadekar bi alîkariya TEV-DEM`ê wesayetên şêniyan bibin qada Newrozê eyar kirine û dê komîn û meclîsên bajar şêniyan birêxistin bikin û bibin qada Newrozê. Ji bo ewlekariyê jî dê Hêzên Asayîş û HPC`ê bi hev re parastina qada Newrozê bikin.

Hevserokê Şaredariya Heseke û endamê Komîteya Amadekar Luqman Mûsa destnîşan kir ku ev bûye 10 roj ew amadekariya cejna Newrozê dikin.

TIRBESPIYÊ

Komîteya Amadekar cî û dika qada Newrozê amadekariye û komên wê jî ji hunera xwe pêşkêş bikin amadekariyên xwe kirine.

TIRBSPIYE TIRBSPIYE1

AMÛDE

Meclîsa Gel û Şaredariya bajarê Amûde dika Newrozê ku dirêjiya wê 25 metre û 3 metire bilinde bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên li ser hatiye nivîsandin `Newroza 2017`an Newroza azadiya Rêber û azadiya gelan e` û rengê kesk, sor û zer hatiye xemlandin.

Hêzên Asayîşê û HPC`ê jî dê bi hev re qada Newrozê biparêzin.

AMUDE-HAZIRKIRANA-NEWROZE AMUDE-HAZIRKIRANA-NEWROZE1

TIL TEMIR

Komîteya Amadekar a şahiyê Newrozê daqa şahiyê bi rengên Federaliya Bakurê Sûriyê xemiland. Hêzên Asayîşê û HPC`ê tevgera xwe ya paratinê zêde dikin.

Komîteya Amadekar a şahiya Newrozê a bajarê Til Temir dest bi xemilandina daqa newrozê bi rengên Federaliya Bakurê Sûriyê kir, Komîteyê alê Kongireya Star, TEV-DEM`ê, Saziya Malbatên Şehîdan, YPG`ê , YPJ`ê ,QSD`ê, her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rengên Kes, Sor û Zer daliqandin.

Komîteya amadekar a şahiyê li deriyê ketina kolana digihêje qada şahiya Newrozê pankartek bi nivîsa ʺNewroza 2017`an Newroza azadiya Rêbertiyê û Gelan eʺ daliqand.

Di vê çarçovê de, Hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî (HPC) lêgerîn û xalên kontirolê Ii herêmê zêde kirin da ku şênî di atmosfêreke aram û bi ewle newrozê pîroz bikin.

(np/rr)

ANHA