Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Qamişlo 6 şehîd, di nav de du bira oxir kirin

QAMIŞLO- Şêniyên Qamişlo cenazê 6 cangoriyên ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li goristana şehîd Delîl Saroxan veşartin.QAMISLO-MERASIMA-SEHIDA1 (3)

Bi karwanekî erebeyan, bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo ya Herêma Federal a Cizîrê, cenazê tekoşeran Murad Seyîdo(Sair Mihemed Ibrahîm), Soro Qamişlo (Ehmed Ibrahîm Salih), Dildar Mêrxas(Mehmud Mihemed), Şero Qamişlo (Azad Ebdilqadir) û herdu bireyan Piling Amudê (Ehmed Azad Mihemed) û Agirî Amudê ( Ahîn Azad Mihemed) birin goristana şehîd Delîl Saroxan.

Merasîm bi torena leşkerî û deqeya rêzgirtinê destpê kir, paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdilrehman , YPG û YPJ`ê fermandar Evîndar Deniz û Hevserokatiya Kantonê Heyfa Erebo, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatan re hat xwestin û hat tekezkirin ku şoreşa rojava û Bakurê Sûriyeyê ji hemû şoreşên din cudatir, ji ber li vir tekoşer zarokên gel in û di oxira rumetê de jiyana xwe feda dikin.

Her wiha soza şopandina riya şehîdan û tolhildana ji giyana wan re hat dayîn.QAMISLO-MERASIMA-SEHIDA1 (1)

Ji aliyê xwe ve xwîşka herdu şehîdan Piling û Agirî Amudê, Roza Mihemed da zanîn ku carekê wê ji birayên xwe daxwaz kir ku derkevin dervayî welat, lê herduyan ev yek red kirin û dane zanîn ku mirina bi rumet ji jiyana dervayî welat baştir. Herdu tekoşeran bi hev re soz dan, di heman rojê de zewicî, di heman malê de jiyan kirin, li heman eniyê şer kirin û her du di heman rojekê de şehîd ketin.

Ji aliyê xwe ve Qehtan El-Hiso, apê şehîd Mihemed diyar kir ku ew ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan fêrî azadî û tekoşîna ji bo biratiya gelan û jiyana hevbeş bûn û bi li gora van rêgezan têkoşiyan.

Merasîm bi xwendina nasnameya tekoşeran, radestkirina wan ji malbatan re û veşartina şehîdan bidawî bû.

(nse)

ANHA