Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Qar: Kurd, Elewî û hêzên demokratîk gotin ″Na″

BEYRÛT – Endamê Komîteya Navendî ya HDP′ê Berekat Qar got ku sîstema ku dê li Tirkiyê were avakirin, xizmeta tevahî pêkhateyên Tirkiyê nake.

Îro li paytexta Lubnanê Beyrûtê derbarê referandûma ku dê 16′ê nîsanê li Tirkiyê pêk were, civînek hat lidarxistin.

Di civînê de, Endamê Komîteya Navendî ya HDP′ê Berekat Qar, nûnerên partiyên siyasî yên Lubnanê û nivîskarên ku derbarê rewşa Tirkiyê de lêkolîn dikin, amade bûn.

Berekat Qar derbarê referandûmê de axivî û wiha got: ″Kurd, Elewî û hêzên demokratîk ji vê sîstemê re dibêjin ″Na″. Ev sîstem xetereyeke mezin li ser pêkhateyên Tirkiyê yên Kurd, Ereb û Ermen dike.″