Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Qedera gelên Sûriyeyê ne koletî, jiyankirin e’ – GOTAR

ŞÊRZAD YEZÎDÎ

Di demeke de wisa de, ku civîn, hevdîtin û kombûn ji bo ji nû ve avakirina komikên jihevketî yên bi navê “mûxalefeta Sûriyeyê” têne kirin, di heman demê de jî ku bazar û diyalog li ser êş û azarên gelên Sûriyeyê têne kirin, her wiha kongreyên têkiliyên giştî yên bi navê çareserkirina aloziya Sûriyeyê têne kirin û ji bo demên pêş jî rêze amadekarî hene, mîna rêzefilmên erebî yên di meha Remezanê de tên pêşkêşkirin de, pergala kujer hewl dide li ser asta herêmî xwe ji nû ve bi hêz bike û di vê çarçoveyê de xwe nêzî rêjîma Tirkiyeyê dike. Daxuyaniyên Erdogan ên derbarê imkaniyetên hevkariya bi Esed re li ser rewşa kurdên li Bakurê Sûriyeyê encamên vê yekê ne. Ev yek nîşan dide ku para herdu aliyan di berpirsyariya di şewata li Sûriye ye. Ji xwe li gel wan jî Îran vê yekê dike.

Di rewşeke wisa tarî de ku xewn û hêviyên gelê Sûriyeyê di veguhertina demokratîk de û xelasbûna ji desthildartiya leşkerî û terora olî de şikestiye de, gelê Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê amadekariyên qonaxa duyem û sêyem a hilbijartinên saziyên sîstema Federal a Bakurê Sûriyeyê ku dê destpêka Kanûnê pêk were, dike.

Hilbijartinên kanton, meclîsên rêveberên herêmî û şaredariyan yên li herêmên federal ên Bakur ji Efrînê, hetanî Firat û Cizîrê, her herêmeke ji du kantonan, bi giştî 6 kanton wê pêk were. Ev hilbijartin dê bibe destpêka merheleyek sêyemîn ya dawî ya vê salê. Tê payîn ku dê hilbijartinên giştî li tevahî Bakurê Sûriyeyê ji bo hilbijartina parlamentoya federal ” Kongreya Gelên Demokratîk” çêbibe, li gel van jî hilbijartinên meclîsên zagonsaz li hersê herêmê dê bibe destpêka avakirina hikûmeteke herêmî li ser asta herêmî û avakirina hikûmeteke federal û ber bi xurtkirina ne navendiyê ya ku sîstema navendê ji holê radike ve ye.

Kombûna tecrûbeyên hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê  ku yekemîn car bi hilbijartinên şaredariyan dest pê kir ku di Adara 2015‘an de pêk hat, di 22‘ê Ilona sala derbasbûyî de bi rêxistinbûna kombûn û meclîsan bi encam bû tiştekî balkêş bû.

Di nava germahiya hilbijartinan û belavbûna çanda dengdanê de, qonaxa duyemîn cudahî û pirreniyeke mezin nîşan dide. Ev yek di cudabûna lîsteyan, wekî Lîsteya Neteweya Demokratîk ku di nava xwe de hevbendiyeke ji Kurd, Ereb û Suryan digire û hin lîsteyên din, diyar dibe.

Rêbazên propogendayê, pişbirka di navbera namezetan de, her wiha bernameyên wan, nîşaneya pêşketina zanebûn û pêkanîna hilbijartinan diyar dide. Rexmî ji Şam hetanî Tehran û Enqerayê hewldanên astengkirina tecrûbeya Rojavayê Kurdistanê – Bakurê Sûriyeyê ji aliyê rêjîmên serwer ve têne kirin.

Tecrûbeya Rojava – Bakurê Sûriyeyê xwe dispre pêşxistina rêzgeên sîstema demokratîk a federal û çanda hilbijartinên zelal a hêviyên gelên Sûriyeye. Ne qedera gelê Sûriyeye ku bibin koleyê serokekî ebedî yê Baas ku her car jê re dengê xwe bibin, mîna hilbijartinên salên 90‘yî yên serokkomriya Sûriyeye yên pêkenok û trajîk. Li ser erdê pêkhateyên cud ji netew, ol û mezin cuda hene bi îradeyeke azad ji bo avakirina tecrûbeyeke demokratîk dengê xwe bi kar tînin, rexmî ku ev tecrûbe li beşeke tenê pêk dibe, lê dibe çareseriya aloziyê.

(bb)

ANHA