Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Qeter bû qurbaniya hevgirtinên nû

ŞIYAR ZAXO

Di hilbijartinên Serokatiyê yên Amarîka de hevrikî di navbera Hilerî Klanton û Tramup de gelekî mezin bû. Her aliyek ji wan temsîla nerînekê dike û dê çarenûsa Rojhilata Navîn a nû yan a mezin diyar bike. Ev bi taybet di aliyê piratîkî de bû. Tişta ku Obama di 8 salên derbasbûyî ji desthiladariya xwe pêk anî û bi taybet dema nû hat ser desthiladariyê serdana xwe ya yekem çû Misr û paşê çû serdana Tirkiyê, li Misrê axaftina xwe li ber perlamantoya Misrî pêk anî û bi gotina ʺEl-Selamû Eleykûmʺ dest bi axaftinê kir, her wiha bi hin ayetên Quana Pîroz behsa ola Islamê kir û ew pesinan. Li Tirkiyê jî heman tişt pêk anîn, Mislimanan wê demê gotin ku hatina Obama dê deriyên xêrê vebike û bi taybet ji ber ew bi eslên xwe yên kevin misilman bû. Ev hêvî gihişt asta ku diyriya Nopil a aşityê dane wî.

Lê heger me encamên dema desthiladariya Obama ya Amarîka nirxand, emê bibînin ku di wê demê de çekên Amarîkî herî zêde ji herêma Rojhilata Navîn re hate firotin, di dîrokê de hîn ewqas çekên Amarîka li herêmê ne hatiye firotin. Ev yek di çarçoveya bikaranîna ola islamê û misilmanan a di şerê ku em niha jiyan dikin de. Ev bi taybet dema Hilerî Kilînoton bi awayekî vekirî li xwe mukir hat ku wan DAIŞʹê çêkiriye û wan perwedekirin da ku tevliheviyê di herêmê de derbixin. BI gotinek din dema Obama dema piratîkî ya projeya Rojhilata Navîn a Nû bû.

Di hilbijartinê Amarîka yên di navbera Hilerî û Trump de pêk hat, şirketên xwedî semyanên meizn wan Serokê Amarîka diyar dikir, wan Trump ji dema dema pêş re amade dikirin da ku projeyê bi rengê wê yê hişk dûrî nermbûn û fetlînekên Obama, Hilerî Kilnton jî dê tiştekî nû zêde ne kiriba, lê belê wê projeyên Obama dewam kiriba. Li ser vî esasî Trumpê ku kesayeta wî vedigere dika pevçûnê, ev kesayet nermûnê nizane, lê belê fêrî şêwazê hişik bûye, bi hişkî bi aliyê din re dikev nava têkiliyan, armanca wî tenê tunekirina aliyê din e, ev yek di irfên meydanên pevçûnan de pêk tê. Yanî her kesekî bêje na dê dawî lê were, wekî çawa li ser dika pevçûnê, Di heman demê de nerîna wî balê dikşîne û ji bo pêkanîna cins û behevkirina mal cihê balkişandininê ye.

Ya girîng ew e ku bi hatina Trump re dê hevsengiyên herêmê û komên hevkariyê werin guhertin. Di dema Obama de siyaseta xwe da ser hevkariya Erebistana Siûdiyê, Qeter û Tirkiyê da ku projeya Rojhilata Navîn a Mezin pêk bîne. BI vêyekê jî tiştê dixwest pêk anîn û nakokî di hin welatan de wekî Miser, Tunis, Lîbiya, Îraq, Sûriyê û Yemenê derxist. Her wiha derketina DAIŞʹê wekî rewşeke ku erka mordernîteya kapîlatîs û hêzên hegemon di herêmê de derdixe. Ev dem 6 salan bi çûna Obama û xebatên wî têk çû. Bi hatina dema pêş ku em dikarin dema Trumpî lê bikin, dê hevkariyên nû werin çêkirin û dê bingeha wê Misr, Urdin û Erebistana Siûdiyê bin.

Riya nû

Tirkiya ku berê endamekî sereke bû û diviyabû di herêmê de her kesî li gorî wê tevgeriya ba, têk çû. Yanî rola wan di herêmê de bi awayekî bi dawî bû, dê rola wan ne wekî berê lê belê dê roleke wan a besîf di Sûriyê û Îraqê de hebe.  Yanî dê lîstoka hêzên sermyandar bi awayekî li Bakurê Sûriyê û Îraqê bi dawî bibe, bi taybet piştî rizgarkirina Reqqa û Mûsilê, ev jî gelek jê re nemaye, lê belê hinek dem jê re pêwîste. Bi gotinek din, dê hemeleya Reqqa û Mûsilê hinekî dem bikşîne, yanî di Mûsilê de dê hêzên Artêşa Îraqê, Heşid Şebî û li Reqqayê jî hêzên QSD û ên pê re dê vê yekê pêk bînin.

Lîstoka nû rojhilat û başûrê Sûriyê ye

Lîstoka li Bakurê sûriyê di qonaxên xwe yên dawî de ne, lê niha amadekariya pîlanên nû û serke ku di salên derbasbûyî de behsa wê dihate kirin, ev jî lîstok (Pîlanên) başûr û rojhilatê Sûriyê ye. Yanî herêma ji Dêra Zorê û heta Dera diçe heta sînorê Îsraîlê. Ev bingeha merseleyê ye. Dê kî li vir hêza rizgarkirinê be, hêza li ser erdê aktîf be wê kîbe, gelek pirs di vê mijarê re derdikeve hole.

Di piratîkê de Sûriyê ji beriya 2 salan ve hatiye parçekirin. Parçekirin di navbera hêzên sermyandar dinavbera Birîtaniyaû Amarîka li aliyekî û Rûsiya li aliyê din de.  Her aliyek ji wan cihê hêzê hatiye diyarkirin. Herêma ber deryayê, Heleb, Hema, Humis, Şam û heta gundewarên Şamê dê herêmên Rûsiya bin û navê Sûriya Mufîd li wê hatiye kirin. Heêrmên KUrdî jî dê di bin ewlehiya Amarîka de bin û hemû herêmên rojhilat û bakurê Çemê Firatê, her wiha hemû herêmên başrê Çemê Firatê, ku Dêra Zorê û heta Dera û heta bigêje Sînorê Isralîlê jî dê herêmên girêdayî Birîtaniya bin.

Ji beriya demkê ve amadekariya pîlanên li rojhilat û başûrê Sûriyê tê kirin, yanî herêmên girêdyaî Birîtaniya. Ev bi taybet piştî serdana Welî Ehdê Erbistana Siûdiyê Mihemed Bin Selaman ku dê biba QIralê Erebistana Siûdiyê, amadekarî ji beriya çend salan tê kirin ku cihê qiral Ebdulah bigre. Miehemd Bin Selman serdana Amarîka kir û bi awayekî mezin ji aliyê Trump ve hate pêşwazîkirin, di heman demê de serdana Serokê Misrê Sîsî ji Amarîka, QIralê Urdinê Ebdulah jî di dema Sîsî li wir bû berê xwe da Amarîka. Ev serdana tam piştî civîna bilind a Ereban uk li Urdinê li ser Deriya Mirî hate lidarxistin pêk hatin.

Serdana hersê serokan ne tesadif bû, lê belê bi awayekî pîlan kirî pêk hat, armanca wan ji serdanê imzekirina peymanekê bû, her wiha piştigriyê ji Amarîka û hêza veşartî bistînin. Serokên hersê welatan dema li Amarîka bûn bi Komeleya Cûhiyan a Cîhanî re civiyan, hevdîtinan wan baş û gelekî balkêş bû.

Hemeleya Hilbijartinan a Trump

Di dema hemeleya hilbijartinan a Trump de di nava gotinên xwe de gelek hevok digotin, lê hin caran gotinên wî bal dikşandin, tevî ku ew hevok gelek caran dubare ne dikir, lê belê hin peyam ji kesên siyasetê re dişopînine re tê de hebûn.  Hevoka yekem ji wan hevokan li ser Erebistana Siûdiyê bû dema got: ʺEm wekî çêleka bi şîr li Erebistana Siûdiyê dinerin. Heta xêr tê de hebe, emê sûd jê bigrin.ʺ Her wiha gotinek din a li ser Sûriyê ʺEm bi hêza xwe yekser derbasî Sûriyê nabin, lê belê dê hêzên erebî hein ew ê daxwazên me pêk bîneʺ

Du hevokên normal, lê di bin xwe de gelek wateyan digre, bi taybet di geşedanên niha ku di herêmê de têne jiyankirin. Tramp niha jî ji bo pêkanîna wê kar dike. Ew jî ku dê Erebistana Siûdiyê di şerê li Sûriyê û herêmê din de were bikar anîn, hêzên Erebî ku dê di demek nêzîk de derbasî Sûşriyê bibin amade bûye û tiştê ji wan were xwestin dê pêk bîne.

Hevkariyên kevin hatin ruxandin

Hemeleya ku niha di herêmê de pêk tê, niha bi dûrxistina Qetere û êrîşa ragîhandin, siyasî û dîplomasî ku niha ji aliyê hin welatên ereban ve li ser wan tê meşandin, demil dest piştî serdana Trump ji Erbeistana Siûdiyê re pêk hat. Piştî wê jî Erebistana Siûdiy, Misr, Îmarat û hin welatên din ên ereban ev propaganda dane meşandin. Ev 4 welatên navborî dê hêza hevkariya nû ya li şûna Erebistana Siûdiyê, Qeter û Tirkiyê be. Em binerin ku piştî Bargeha li Efganistan bi behaneya êrîşa li dijî terorê armanc ji wê yekê ruxandina Îraqê bû, di wê demê de Buhara Ereban ji Tunisê destpê kir, ev di bin navê rumet de p êk hat, di encamê de Lîbiya, Tunis, Yemen û hinekî ji Misir jî hate hilweşandin. Niha pirsa xwe dide der, ew armanca êrîşa li ser Qeterê çiye? Di nerîma min e wekî sînaryoya Tunisê dê tenê guehrtina desthiladariya wir be, lê derbe dê li cihekî din be. Dibe ku vê carê Îran be û rola wê di Îraq û Sûriyê de were pûçkirin. Ev di riya hin teqîn, tesfiyekirin dê pêk were, dibe ku Tirkiyê be jî bi taybet piştî nakokiya di navber wê û welatên YE û DYA de derket hole. Dibe ku ev yek di çend rojên pêş de di biryara Elmaniya ya kişnadina xwe ji Bargeha Incerlîk a Tgirkiyê pêk were, dibe ku Amarîka jî piştî wan vê yekê pêk bîne, lê piştî demekê ne niha.

Ji ber van sideman jî Îran û Tirkiyê piştgirî bi hêza dan Qeterê. Herdû welatan mural da Qeterê û heta di bin avê parstina Qeterê  de hêz ji wî welatî re hatin şandin. LÊ di rastiyê de ew bi vê yekê dixwazin parstina xwe bikin. Herdû welatan diyare lîstok fam kirin û bi vê yekê xwestin şer ji xaka xwe dûr bixin. Yanî dixwazin şer derbasî welatên Kendava Ereban bikin. Dibe ku yê herî zêde ji vê yekê bi xisar derkeve Erebistana Siûdiyê be, ji ber ku di Yemenê de winda bû ye, vê yekê jî bandor li aborî û siyasetî awê kiriye. Ya girngî ew e ku were zanîn ku Qeter kurê ne fermî yê hêzn Sermyandar e û bûye qurbaniya hevkariyên nû ku dê di herêmê de pêk werin. Her dem hêzên mezin zarokên xwe dikin qurban da ku armancên xwe yên mezin pêk bînin.

Reqqa dê hevkariyan diyar bike û bandorê lê bike

Rola DAIŞ û komên çete yên bi navê cûda di herêmê de xilas bû ye, hêzên herêmî êdî bi xwe ketin lîstokê de, ev wekî gotina Sihir li sihirvan vegeriya. Yanî tişta Tirkiyê û Qeterê pêk anîn ji piştgiriya terorê di Sûriyê û ÎRaqaê de de dê yekser li wan vegere, niha jî rewşeke tevlîhev jiyan dike. Ev bandor dê li Başûrê Kurdistanê jî bibe, bi taybet piştî dema referandumê ku sê meha ji niha dê pêk were, ev bi xwe jî reva ji aoziya navxweyî ye. Ji ber ku ne rewşa heyî ya herêmê, navdewletî û ne rewşa hindirîn amadeye ku refernadum were lidarxistin. LÊ ya girîng piştî wê ye.

Tekana hêza ku niha li ser erdê heye û bi awayekî çalak di herêmê de li gorî felsefeya Civakî tekoşînê dike hêzên QSDʹê û YPG/YPJʹ ne. Hemû hêvî niha li ser van hêzan hatine girêdan. Di pirojeyên nû ya çareserkirina aloziya siyasî, leşkerî û civakî de hemû bawerî li ser wan hêzan hatine girêdan. Ji ber vê yekê berê her kesî li Reqqa û piştî Reqqayê ye, di vê demê de dê riwê herêmê û bandora wê ya li ser hevkariyên nû diyar bike. Pirsgirêk ne di rizgarkirina bajarekî de ye, lê belê girêdyaî xebatên rêxistinî, fikrî û felsefî  ku di nava rûpelên xwe de derbekirina paytexta Sembolîk a DAIŞʹê dihewîne. Ew di heman demê de bargeha netewî û olî ku nûnertiya firkê Tirkiyê, Qeter, sîstema desthiladar û dictator dike. JI bo parstina wê xwe dikuje da ku temenê xwe dirêj bike. Bi rirzgarkirina Reqqayê re dê derba tunekirinê be ji firkê netewî-olî re be, her wiha dê serkeftinek ji fikrêl civakî yê azad re be.

(dc)