Têkilî | Derheqê me de
ANHA

QSD′ê derbarê gihandina herdû baskan de daxuyanî da

Dîmen

REQQA – QSD′ê derbarê gihandina herdû baskên rojava û rojhilat ên hemleya rizgarkirina Reqayê de, daxuyaniyek da. REQA-DAXUYANIYA-GIHANDINA-HERDU-BASKAN (5)

Daxuyanî bi beşdariya Fermandara QSD′ê Rojda Felat, Fermandarên QSD′ê yên tûgaya 1′emîn û şervanên wê û Şervanên herdû baskên rojava û rojhilat ku ev 66 rojin bênavber di çeperên şer de ber xwe didin, hat dayîn û ji aliyê Rojda Felat de hat xwendin.

Rojda Felat de destpêka daxuyaniyê de wiha got: ″Ev 66 rojin hemleya rizgarkirina Reqayê bi dû baskan rojava û rojhilat hate destpêkirin. Di çarçoveya vê hemleyê  de heta niha 12 tax hatine rizgarkirin. Îro danê nîvro jî taxên Nezlit Şihadê û Hîşam Bin Ebdulmelik ên dikevin başûrê bajêr, hatin rizgarkirin. REQA-DAXUYANIYA-GIHANDINA-HERDU-BASKAN (2)

Rojda di berdewama daxuyaniyê de bal kişandin ser girîngiya rizgarkirina herdû taxên başûr wiha domand: ″Rizgarkirina herdû taxên başûr ji bo çeteyên DAIŞ′ê derbeyeke pir mezin bû.  Ji bo me jî serkeftineke pir mezine û bi vê yekê, hemû deriyên ku çete têre diçin û tên hatin girtin û çember li wan teng bû.

Rojda her wiha diyar kir ku di şerê 3-4 rojên dawî de zêdetirî 600 sivîlên Reqayê  hatine rizgarkirin, hemû pêwistiyên wan hatin bicihanîn û bi selametî gihîştin herêmên bi ewle. Rojda di dawiya daxuyaniyê de, serkeftina gihandina herdû baskan li şervanên ku di hemeleyê de şehîd û birîndar bûne û şervanên ku niha di çeperên şer de li beramberî hemû zehmetiyan ber xwe didin, pîroz kir.

(ws/mm)

ANHA

REQA-DAXUYANIYA-GIHANDINA-HERDU-BASKAN (1) REQA-DAXUYANIYA-GIHANDINA-HERDU-BASKAN (4)