Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘QSD’ê em ji hovîtiya çeteyan rizgar kirin’

Dîmen

MEED EL-SELÛM

DÊRAZORÊ – Rûspiyê eşîra El-Begara yê Dêrazorê Şêx Casim El-Ebid El-Hemadê got ku bi saya QSD’ê ew jî hovîtiya çeteyan hatine rizgarkirin û bang li şervanên wê kir ku hemleyên xwe yên rizgarkirinê bidomînin.

Di çarçoveya helwestên piştgiriya bi berxwedana şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, rûspiyê eşîra El-Begara yê Dêrazorê Şêx Casim El-Ebid El-Hemadê ku yek ji welatiyên gundê El-Sehwê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye, di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re behsa kiryarên çeteyên DAIŞ’ê û hêzên girêdayî rêjîma Sûriyeyê kir.

El-Hemadê di destpêka axaftina xwe de got ku ev nêzî 7 sal in ew li hemberî kiryarên talan û tundiyê rû bi rû ne û hemû welatî ji parastin û perwerdehiyê bê par mabûn, her wiha rewşa tenduristî jî gelekî paşve çûbû ] ew ji aliyên gelek komên çete û herî dawî çeteyên DAIŞ’ê ve rastî kuştinê dihatin.

El-Hemadê destnîşan kir ku parêzgeha Dêrazorê û gundewarê wê ev 7 sal in ji xizmetguzarî û alîkariyan bê par in û ji aliyê hêzên ku serweriya herêmê kirine gelekî rastî binpêkirina hatine û wiha got: “Li Dêrazorê bijîşkên pispor tune bûn, ji ber vê yekê em neçar diman ku berê xwe bidin Dîmeşqê, di encamê de dezgehên istixbaratê yên girêdayî hêzên rêjîmê bi armanca şelandinê em digirtin û em bi sûcên cûda tewanbar dikirin. hevsera min û kurê min bi tewanbariya terorê ev 11 meh in li ba rêjîma Sûriyeyê hatine girtin, ji ber ku ew neçar bûn di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de jiyan bikin.”

El-Hemadê wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ferq û cûdahiyeke mezin di navbera danûstandina hêzên QSD’ê û jiyana me ya berê de heye. Hêzên QSD’ê ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk tê, dema ku em ji destên terorê rizgar kirin, bi hemû derfetên xwe alîkariya me kirin û gelek pêdivî ji me re peyda kirin.”

El-Hemadê di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê jin di bin hinceta fetweyên xwe de digirtin û wiha domand: “Çeteyên DAIŞ’ê li gorî pîvanên xwe yên taybet fetwe derdixistin û îdîaya îslamiyetê dikirin û li ser van fetweyan welatî digirtin. Çeteyan bi tewanbariya ku ez beşdarî Şîayan bûme du caran ez girtim. Di cara yekemîn de mehekê ez girtî mam û di cara duyemîn de jî 70 roj bûn û di hemû dema girtîbûnê de bê navber îşkence li me dikirin.”

El-Hemadê destnîşan kir ku dema şervanên QSD’ê ew rizgar kirine wan bihna azadiyê kirine û wiha anî ziman: “Daxwaza me tenê ew e ku parastina me werekirin û piştî ku DAIŞ’ê zarokên me ji perwerdehiyê bê par hiştin, em dixwazin ku dîsa zarokên me beşdarî perwerdeyên xwe bibin.”

El-Hemadê got ku ew weke qebîleya El-Begara û giştî gelê Sûriyeyê ti carî helwesta wan ne mezhebî bû û ti carî ferq û cûdahî nedixistin navbera pêkhateyên Sûriyeyê û wiha got: “Lê ji ber payên ku kapîtalîstê ji gelê Sûriyeyê re diyar kirine, em gihîştin vê serdema kambax. Em ji hêzên QSD’ê dixwazin ku xebatên xwe yên rizgarkirina gelê Sûriyeyê ji destên terorê bidomînin.”

Rûspiyê eşîra El-Begara yê Dêrazorê Şêx Casim El-Ebid El-Hemadê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û beşdarî avakirina welatê xwe bibin.

(jh)

ANHA