Têkilî | Derheqê me de
ANHA

QSD‘ê gundê Tabarya rizgar kirin û li gundê Xeribê şer giran e

FLAŞ

DÊRAZOR- Şervanên QSD‘ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê gunda Tabarayyâ ku 5 km bakurê navçeya Siwardeyê rizgar kirin, li gundê Xeribê jî şer bi giranî rû dide.

Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû leza xwe berdewam dike. Şervanên QSD‘ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku rojekê gundê Tabarayyê yê ku km dikeve bakurê navçeya Siwardeyê  dorpêç kiribûn, rizgar kirin.

Şervanan her wiha erebeyeke teqemeniyê û cenazeyên du çeteyan tevlî rext û çekên wan desteser kirin. Piştî rizgarkirinê şervanên dest bi paqijkirina gund ji mayînan kirin.

Di başûrê Şirketa Petrol a Cefir de jî ev sê  roja  di navbera şervanên Bagera Cizîrê u çeteyên DAIS’ê  de şer ber giranî rû da.

Li  gunda Xeribê ya ku dikeve 14 km bakurê bajorokê Siwarê di navbera şervanên û çeteyên DAIS’dê de şêr û pêvçûn bi giran destpêkir.  Şêrên ku li vê dêre hîn didomê de cenazeyêk çete bi raxti silaha xwe ket deste şervanan.

(ekîp)

ANHA