Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rastiya çeteyên Tirkiye wiha ye!

Kamîran Xoca

MINBIC – Herdû ciwanên bi navê Yûsif Îbrahîm û Ehmed EL-Ebid bi pereyan hatin xapandin û wiha tevlî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bûn. Lê dema ku tevlî nava çeteyan bûn rastî bi çavên xwe dîtin û piştî demekê ji nav çeteyan reviyan.

Herdû ciwan li Tirkiyê kar dikirin û malbatên xwe xwedî dikirin. Lê ji aliyê çeteyan ve hatin xapandin û tevlî komên çete yên girêdayî Tirkiyê bûn.YUSIF ALBRAHIM

Yûsif Îbrahîm ciwanê ji Minbic yê temenê wî 19 salî ye, tevlî Lîwaa EL-Hemzat yê girêdayî dewleta Tirk bû, pîştî ku ji Tirkiyê vegeriya.

Yûsif Îbrahîm ê dixwest tevlî çeteyan bibe bi armanca ku ji çeteyan pere bigre, soza çeteyan pê re ku mehane 500 dolarî bidênê, lê çeteyan ji bilî 150 dolarî ne danê. Paşê jî çeteyan ew jî kêm kirin û meha herî dawî tenê 75 dolar danê.

Îbrehîm ji nava çeteyan reviya .Yûsif bi 3 çeteyên bi navê Xalid, Mihemed û Xalid re kar dikir û dixwest ku erebeyekê ji deriyê Cerablusê derbas bikin,  piştî 100 lêre Tirkîyê girin beyî ku çeteyan agahdar bike reviya.

Piştî vegeriya xwe radestî Mclîsa Leşkerî ya Minbicê ki.

Tevlî me bibe û pere bigre

ciwanê bi navê Ehmed EL –Ebid Mistefa EL-Hemdo  got ku çeteyan bi gotinên ʺDev ji karê xwe berd û tevlî me bib, tê gelek pere bigreʺ ew xapandin û wiha tevlî wan bû. El-Hemoyê ku temenê wî 20 sal e bi van gotinên çeteyên dewleta Tirk hate xapandin û dest ji karê xwe yê li Xazî Entap dikir berda û tevalî çeteyan bû.

Dema ku Ehmed EL-Ebid tevlî nava çeteyên bi navê Sultan Mihemed EL-Fatih bû, nêzî salekê di bin destê çeteyê bi navê Doxan Ebû Islam ê ku herêm dakir kiribûn de ma.

Nuqteya ku Ehmed lê dima rastî êrîşeke çeteyên DAIŞ`ê hat, pêwîstbû ku çekê rake û parastina nuqteya xwe bike, lê belê wî parastin ne kir.

Ji ber ku çek ranekir ew xistin girtîgehê û rastî lêxistin û êşkence hat, dema ku ew ji girtîgehê derket pîlanan dikir ku careke din bizîvirê Tirkiyê, lê çeteyan nehêlişt û ew girtin û careke din 5 heyvan xistin girtîgehê.   EHMED ALEBID

Derbaêr mûçeyên ku distandin jî Ehemed got ku her mehekî çeteyn bi şiklekî pere dida wan.

Fermandarên Tirkiyê û Fermandarên çeteyên Tirk soz a ku dê wan bidin zewicandin, her wiha dema ku yek ji wan di şer de bimre ewê hemû pêwîstiyên malbat û zarokên wan pêk bînin.

Ehmed EL-Ebid Mustefa EL-Hemdo ji nava çeteyan reviya û berê xwe da Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî ku rewşa wî hate zelal kirin, EL-Hemdo li heviya ku ew bizîvire gel  mirovên xwe yên ku li Şamê dijîn.

 (bx)

ANHA