Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rawestgeha Reqa ji xebatê re amade ye

Dîmen

REQA – Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqayê amadekirina rawestgeha bajarê Reqayê bi dawî kir û xwediyên şîrketên veguhestinê buroyên xwe ji komîteyê wergirtin da ku dest bi xebatên xwe yên veguhestina welatiyan li seranserî Sûriyeyê bikin.REQA-BISKIRIKA-JON O-HATIN (2)

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk bajarê Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û tîmên pispor gelek dever ji mayînên çeteyan paqij kirin, Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Şaredasriya Gel a bajarê Reqayê dest bi sererastkirina rawestgeha sereke ya Reqayê kirin û dîwarê derdora rawestgehê ava kir.

Rawestgeha Reqa li başûrê çerxeriya Saetê dikeve û di sala 1996’an de hatiye avakirin. Rawestgeh di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bi temamî hate rawestandin û buroyên wê hatin talankirin.

Girêdayî mijarê çavdêrê komîteya amadekirina rawestgehê Xelîl Mûsa ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî û wiha got: “Piştî ku rawestgeh ji mayînan hate paqijkirin, me xebatên xwe yên sererastkirinê dest pê kirin û niha rawestgeh ji xebatê re amade ye.”XALIL MUSA

Tê payîn ku piştî xwediyên şîrketan siware û otobûsên xwe vedigerînin rawestgeh xebatên xwe yên veguhestina welatiyan dest pê bike.

(jh)

ANHA