Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rayedareke MSD: Kanî welatên behsa demokrasiyê dikin?

SÎLVA MUSTEFA

HELEB – Rayedareke MSD’ê li hemberî tecrîda li ser Ocalan ji aliyên navnetewî pirsî “Kanî ew welatên ku behsa demokrasiyê dikin?”

Hevseroka Buroya Helebê ya Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk Fehîma Hemo têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Fehîma Hemo got “Wan texmîn dikir ku wê bi tecrîdê bikaribin têkoşîna Ocalan a şoreşgerî bi dawî bikin, lê vê yekê tu fayîde neda wan. Ramanên Ocalan li ser erdê di nava milyonan kesan de belav bûye û têkoşîna berfireh a li ser erdê berhemê vê felsefeyê ye.”

Vê rayedara MSD’ê destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoya şoreşê re gelek siyaset û pîlanên dijber hatin meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe “Li hember projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku bingeha xwe ji ramanên Ocalan digire pîlan hatin kirin, lê me xeta sêyemîn pejirand, me hêza xwe îsbat kir. Bi saya vê hêzê me serkefrinên mezin li Bakurê Sûriyeyê bi dest xisitin.”

Fehîma têkildarî bêdengiya raya giştî ya cîhanê li hemberî neheqiya li dijî Ocalan jî got “Kanî ew rêxistinên navnetewî yên navê mirovahiyê li xwe dikin? Yasayên girêdayî mafê mirovan çima pêk nayên? Ew welatên ku banga demokrasiyê dikin li kuderê ne? Wekî gelên Rojhilata Navîn em rêxistinên navnetewî, di serî de CPT berpirsyariya ewlehiya Ocalan dibînin. Pêwîste di zûtirîn demê de Ocalan azad bikin.”

Hevseroka Buroya MSD’ê ya Helebê bal kişand ser wê yekê ku vîna gel hemû komployên dewleta Tirk têk bir û bang li her kesî kir ku serhildana xwe mezintir bikin û asta têkoşînê bêhtir bilind bikin.

(bb/he)

ANHA