Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rayedareke MSD: Tundî li dijî tevahiya civakê ye

NAVENDA NÛÇEYAN  Endama Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Umer got ku tundiya li ser jinê di heman demê tundiya li ser tevahiya civakê ye.

Îlham Umer di “Semînera Diyalogan” a derbarê roja 25’ê Mijdarê de li Salona Meclîsa Zagonsaz a bajarê Minbicê axivî û bi sedan ji mêr û jinên ji bajarê Minbicê lê guhdar kirin.

Îlham Umer bal kişand ku rêjîm û civakê “Qanûna namûsê” derxistine û erê kirine û ev yek bi serê xwe tundiyeke herî mezin li dijî jinê ye.

Endama Desteya Siyasî ya MSD’ê Îlham Umer bang li civaka navnetewî kir ku ji bo mafê jinan werin bidestxistin, tevgerekê bikin.

(he)

ANHA