Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rayedarekî MSD’ê hişyarî da rêjîmê: Reqa ‘Xeta Sor’ e

REQA – Rayedarekî MSD’ê hişyarî da rêjîma Sûriyeyê ku nêzî bajarê Reqayê nebin û ev yek wekî ‘Xeta Sor’ bi nav kir.REQA-CIVIN-JI-ENDAMEN-MECLISAN (1)

MSD’ê li gundewarê Reqayê bi durişmeya “Ketina DAIŞ’ê li Kobanê dest pê kir û li Reqayê bi dawî bû”, civînan organîze dike.

Di vê çaroveyê de li salona Mezret Tişrîn ji hevserok û endamên 12 meclîsên gundewarê rojava û bakûrê Reqayê re civînek hat pêkanîn.

Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Hesen Mihemed Elî di civînê de rewşa siyasî û geşedanên dawî li herêmê nirxand.

Hesen Elî diyar kir ku herêm bûye qadeke şerê berjewendiyên herêmî û navnetewî û her aliyek dixwaze li ser hesabê aliyê din berjewendiyên xwe bi cih bînin bêyî ku li çareseriyeke demokratîk û aştiyane bigerin.

Vî rayedarê MSD’ê got “Hêzên rêjîma Sûriyeyê her roj gotegotan belav dikin û dibêjin em ê biçin Reqayê. Wan ji bîr kiriye ku gelê herêmê çiqas qurbanî daye hetanî ku çeteyên DAIŞ’ê ji Reqayê derxistiye. Malbatên şervanên li Reqayê şehîd bûne, wê nehêlin  ku tu hêz û alî nêzî Reqayê bibin. Hêzên ku qurbaniyên giranbuha daye û jiyan welatiyan vegerandiye ew tenê dikare parastina bajarê Reqayê bike.REQA-CIVIN-JI-ENDAMEN-MECLISAN (3)

Elî bal kiaşnd ku pratîzekirina meclîsên herêmê wê bersiva herî baş ji bo têkbirina van komplo û hewldanên hanê be.

Paşê kesên di civînê de hazir bûne jî piştgirî dan axaftina Elî û gotin ku ew nahêlin tu kes nêzî bajarê wan bibe.

Di dawiyê de ji bo rêveberiya herêmê biryar hate girtin ku rêveberiyeke taybet bi rojava-bakûrê Reqayê were avakirin, civîn werin lidarxistin, pirsgirêkên xizmetguzariyê werin çareserkirin, kolan werin paqijkirin û şaredarî jî werin aktîvkirin.

(he)

ANHA