Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rayedarên PDK’ê nehiştin ku şandeya Rojava derbas bibe

DÊRIK – Şandeya  Rojavayê Kurdistanê ku xwest di ser Başûrê Kurdistanê re derbasî Kenedayê bibe û beşdarî civîneke navnetewî ku dê li wir were lidarxistin bibe, ji aliyê rayedarên PDK’ê ve hat astnekirin.

Komîteya Amadekar a Forma Civaka navnetewî (world social forum) nûnerên Rojava dewe kir ku beşdarî civîna wan a salane kudê îsal li Keneda bê lidarxistin bibe. Şandeyek ji Roajva ku Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Derve Sînem Mihemed pêşengiya wê dike hate amadekirin. Şande li Deriyê Sînor ê Sêmalka rastî astengiya rayedarên PDK’ê hat.

Têkildarî mijarê Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Derve Sînem Mihemed ji ANHA’yê re got ku rayedarên PDK’ê rê nedan ku şandeya wan derbas bibe da ku beşdarî civîna navnetewî bibe. Sînem Mihemed da zanîn ku şandeya wan 2 semînerên li ser Konfederaliya Demorkatîk û rola jinan di şorşa Rojava de amade kirine ku di civîna navnetewî de pêşkêş bikin, lê ji ber rayedarên PDK’ê rê nedan şandeyê ew nikare beşdarî civînê bibe.

Civîna behsa mijarê wê îsal di navbera 9 û 16’yê tebaxê de li Kenedayê bê lidarxistin.

(dc/dm)

ANHA