Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêdûr Xelîl: Me û Rûsiya îtfaq kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Fermî yê  YPGʹê Rêdûr Xelîl diyar kir ku di çarçoveya itîfaqa wan û Rûsiya,  Artêşa Rûsiya yekîneyên xwe li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bich kirine.

Berdevkê Fermî yê YPGʹê Rêdûr Xelîl bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan bi Rûsiya re iîtfaq kirine û ev tişt got: ʺHebûna hêzên çekdar ên artêşa Rûsya li herêma Cindêrsa Efrînê di encama peymanekê di navbera hêzên me û artêşa Rûsya de pêk hatiye. Ev peyman li ser bingeha tekoşîna li dij terorê û alîkariya artêşa Rûsya ji bo perwerdekirna hêzên me ya li ser rêbazên şerê nûjen, hatiye kirin. Ji têkiliyek rasteras bi rûsya re bê danîn.ʺ

Berdevkê Fermî yê YPGʹê Rêdûr Xelîl da zanîn ku ev itîfaq di çarçoveya têkiliyeke erênî de pêk hatiye û wiha dom kir: ʺEv pêngaveke baş û pozitîfe di çarçoveya tekoşîna li dij terorê ku li Sûriyê pêk tê û bi taybetî piştî ku hêzên me xwe di şerê li dijî terorê isbat kirin. Ev yek bû sedem kû gelek hêz alîkarî û peymana bi yekîneyên me re deynin.ʺ

(dc)