Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Referanduma Serxwebûnê  li Kataloniya dest pê kir

NAVENDA NÛÇEYAN –Welatiyên herêma Kataloniya ji bo referanduma li ser serxwebûna ji Ispanya berê xwe dan sindoqên dengdayînê.  Hikûmeta Ispaniya jî di nava hewldanan de ye ku referendum neyê lidarixstin.

îro di saetên sibê de bi hezaran welatiyên herêma Kataloniya ji bo veeqetandina ji Ispaniya berê xwe dan refuranduma ku hikûmeta herêmên lidar xistiye da ku dengê xwe bidin. Saziyên çapemeniyê yên herêmî diyar kirin ku bi sedan kes li navendên dendayînê yên paytexta Herêma Kataloniya Berşelona kom bûne da ku dengê xwe bikar bînin.

Hikûmeta navendî ya Ispaniya jî da xuyakirin ku referendum gaveke ne rewa ye û di nava hewldanan de ye ku refurandumê asteng bike. Welatiyên herêma Kateloniya yên piştgiriya serbixwebûna ji Ispaniya didin ji duh ve li dibistanên paytext Berşelona ku bûne navendên dengdayînê kom bûne, da ku rê nedin polîsên Ispan da ku navendên dengdayînê bigrin.

Serokê Komeleya Niştimanî ya Kataloniya ku yek ji tevgerên Kataloniya yên piştgiriya serbixwebûnê didin ji ajansa Firanî re got ku ew baş dibînin ku navendên dengdayînê vekirî bimînin û neyên girtin û got ku ên dixwazin dengê xwe bikar bînin, divê xwe bighînin cihên.

Rêberê Herêma Kateloniya Karlos Bocmon jî têkildarî refurandumê ji Rutersê re got ku navendên dengdayînê ku hejmara wan zêdeyî 2 hezarane amadene û kartên dengdayînê jî amadene û welatî dê raya xwe bakar bînin.

Dadgeha Ispanî jî beriya niha ferman da polîsan ku rê nede gelê Kataloniya ku avahiyên gitşî ji bo amadekarî û pêkanîna refurandumê bikar abînin. Serokê Herêma Kataloniya Karlîs Bîxdîmonet jî ji saziyên çapemeniyê re got ku gelê Kataloniya dê mafê xwe yê refuranduma bi awayekî demokrasî pêk bîne û ji ber vê yekê dê refurandumê di dema wê de pêk were. Hikumeta Ispaniya jî gef li hikûmeta Kateloniya xwar, da ku refruandum ê pêk neyn in.

Saziyên Çapemeniyê gotin ku hikûmeta Ispaniya îro di saetên sibê de li hin cihan sindoqên dengdayînê destserkirin û rê ne da welatiyan ku biçin ser sindoqan.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) piştgiriya xwe bi referndûma serxwebûna Katalonya’yê ragihand û ev referandûm wekî rengekî demokrasiyê bi nav kir û got ku ji mafê welatiyên herêma Katalanoya ye ku çarenûsa xwe diyar bike.

Herêma kataloniya  diekve bakur-rojhilatê Ispaniya ye, bakurê here wê jî Firansa û ji aliyê wê yê bakur Firansye û ji başûr jî herêma Bilnîse, ji rojhilat jî Deriya Spî ye, ji   Rojava jî herêma Arogan e. Firehiya wê 32 hezar û 106 KM2 Di Ispaniya de herêma 6’an e di aliyê firehiya xwe de. Zimanê piraniya niştecihên wê katalaniye.Paytexta wê Berşelona ye.

Di sala 2012’an de alîgirên serbixwebûnê piraniya dengên perlamtoyê bidest xistin.

Di sala 2013’an de perlemantoya Kataloniya belgeya serbuxebûna ji ispaniya bi piraniya dengan erê kir. Di wê demê de 85 perlemanteran denê piştigriya serbixwebûna Kataloniya bikar anîn û 41 perlematoyan dengê mayîna bi Ispanya re bikar anîn.

(dc)