Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêjeya çandina miluxiyê li Cizîrê zêde bûye

Dîmen

ŞIHAB EHMED- EHMDE SEMÎR

QAMIŞLO – Cotkarên bajarê Qamişlo dan zanîn ku ji ber xwesteka welatiyan jê re zêde ye rêjeya çandina Miluxiyê vê salê bilind bûye.

Di çend salên bihurî de, çandina miluxiyê li Herêma Fedral a Cizîrê destpê kir û cotkarên bajarê Qamişlo û gundewarên wê piştî çandina du mehan, dest bi çinîna musima yekemîn a vê salê ya miluxiyê  kirin.MUNIR CUMA AYSA

Buhaya firotina her kîloyekî li gor paqijiya cureyê miluxiyê tê guhertin û di navbera 75 l.s heta 900 l.s ye.

Miluxiyê li gor ferehî û cureyê erd dikar çend musiman bê çandin. Eger erd biçûk be, carekê tê rakirin, eger mezin be dikare du caran musim bide û  bê çinîn.

Ev nav lê hat kirin ji ber ku berê xwarineke taybet bi padîşahan bû û di dema dawî de,bi destpêkirina aloziya Sûriyê û koçkirina gel ji bajaran berve kantona Cizîrê ve, bi awayekî berbiçav çandina wê zêde bû.

Cotkarê bi navê Cuma Mihemed da zanîn ku piştî gihandina miluxiyê, tê çinîn û firotin. Eger ji darikan bê paqijkirin, buhaya wê digihêje 900 l.S. Hin caran jî miqdarekî mezin bi hev re tê firotin ku digihêje 1 ton û buhaya her kîloyekî dibe 75`an. Car caran jî cotkar dimildest difroşin welatiyan û kîloyê wê dibe 90 l.s

(nse)

ANHA

QAMISLO-JEKIRINA-MILOXIYE1 (3) QAMISLO-JEKIRINA-MILOXIYE1 (1)