Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêjeya kombûna avê di gola Meydankê de zêde dibe

Dîmen

NARÎN EMÎN – FERÎDE ÎBRAHÎM

EFRÎN – Piştî ku dewleta Tirk ava çemê Efrînê birrî, rêjeya avê di gola Meydankê ya navçeya Meydankê ya kantona Efrînê de bêtirî 81 milyon mître kabik kêm bû. Di encama barîna barana dawî de jî melyonek mître kabik li gola avê zêde bû.

Dewleta Tirk bi gelek rêbazan hewl dide welatiyên Rojavayê Kurdistanê neçarî koletiyê bike. Yek ji van rêbazan ew e ku destdirêjiyê li herikîna ava çeman dike. Dewleta Tirk ev çend sal in ava çemê Efrînê birrî ye û di encamê de rêjeya avê di gola Meydankê de ya navçeya Meydankê ya kantona Efrînê ku bi hezar hiktaran zeviyên çandiniyê jê tên avdan  gelekî kêm bûye. Nemaze di van du salên dawî de jî rêjeya barîna baranê jî kêm bûye.EFRIN-ÇIÇIK MAIDANIKI (2)

Gola Meydankê ku 190 milyon mître av têde kom dibe di van demên dawî de 81 milyon mître av jê kêm bûye.

Gola Meydankê ava xwe ji du jêderan werdigire ew jî çemê Ereb Cuma yan Sabon Su ku ji Bakurê Kurdistanê diherike û yê din jî çemê Nebî Horî (Sîros) e ku piraniya kaniyên wê di hundirê herêma Efrînê de ne. evan herdu çem li nêzî gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera digihêjin hev û bi navê çemê Efrînê tê nasîn. Her wiha gelek kaniyên din ên kantona Efrînê bi ser çemê Efrînê de tên.

Ev çend sal in dewlet Tirk para herikîna avê li ser çemê Efrînê birrî ye û di encamê de gola Meydankê tenê xwe disperse ava baranê. Rêjeya barîna baranê jî di van du salên dawî de gelekî kêm bûye.

Li gorî Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê di encama barîna baranê ya vê dema dawî de rêjeya avê di gola Meydankê de milyonek mître kabik zêde bûye û weke destpêka zivistanê ev rêjeyeke baş e û ji bo cotkaran jî mizgîniyek e.

Daketina rêjeya avê di gola Meydankê de bandoreke neyînî li giştî hilberîna çandiniyê ya van zeviyan dike.

Karîgeriya Avdanê di vê derbarê de tedbîrên xwe yên komkirina avê di gola Meydankê de werdigire, nemaze ji ber ava vexwarinê ya bajarê Efrînê jî jê tê wergirtin û salane 15 milyon mître av ji bo vexwarinê tê veqetandin.

Hevserokê Karîgeriya Avdanê Idrîs Bêro ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re diyar kir heta niha kêmbûna avê di gola Meydankê de gelekî bandor li cotkaran nekiriye, lê eger rêjeya barîna baranê bêtir kêm bibe dibe ku bandoreke neyînî li cotkaran bike. Her wiha destnîşan kir ku ew bi awayekî berdewam çavdêriya rêjeya avê di gola Meydankê de dikin.

(jh)

ANHA