Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêjîm li riyeke din a derketina karwanê çeteyên DAIŞʹê digere

NAVENDA NÛÇEYAN- Rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê yên Rus û Huzbulah riya derxistina çeteyan ji sînorê Lubnanê ber bi herêma rojhilat ve nîqaş dikin.

Ragihandina rêjîmê di 27`ê tebaxê de eşkere kir ku rêjîm û Huzbulah  li Cerod Qelemûn a rojava li dijî DAIŞ`ê bi ser ketin û hevpeyman di Huzbûlah û DAIŞ`ê pêk hat.

Li gor vê hevpeymanê çete dê derbasî rojhilatî sûriyê bibin, lê balafirên koalîsyonê di 29`ê tebaxê de rê li ber wan girtin. Di 30ʹê tebaxê de jî koalîsyonê diyar kir ku balafirên wan pirek ruxandin û rê li ber karwanê  ku çeteyan vediguhest girtin, her wiha hin fermandarên wan jî hatin kuştin.

Li gor fermandarekî Koalîsyona Navnetewî ji Reuters re diyar kir ku rêjîm û Huzbûlah hewl didin riyeke dîtir bibînin, lewma  berê karwanê ji bajarokê Hemîme dan bakur lê balafiran carek din ew rê bombebaran kir.

Koalîsyonê da zanîn ku ew ê karwan bişopînin û rê nadin ku ev çete derbasî herêmên di bin serweriya DAIŞ`ê de bibin.

(nse)

ANHA