Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêjîma Îranê girtîgehên xwe fireh dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Hate zanîn ku rêjîma Îranê ji bo çalakvanên li dijî hikûmetê derdikevin xwepêşandan bigre girtîgehên xwe fireh dike.

Li gorî destgehên çapemeniyê yên Îranê, Rêveberê Girtîgeha Avîn a Îranê ferman daye ku girtîgeh were firehkirin.

Li seranserî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî hikûmetê ev 6 roj in li dijî hikûmetê xwepêşandan derdikevin. Li gorî daneyên Televisyon Fermî ya Îranê heta niha 22 çalakvan hatine kuştin û zêdetirî 450 kes jî hatin girtin.

(he)