Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Rêjîmê Reqa radestî terorê kir, QSD`ê jî ji tarîtiyê rizgar kir’

Dîmen

 

XALID CUMA

REQA – Di xwepêşandana duh a li bajarê Reqayê de, hejmareke ji şêxên eşîreyên Ereb nerazîbûnê nîşanî daxuyaniya Beşar El-Esed dan û piştgriya xwe bi QSD‘ê re anî ziman û gotin ku rejîmê Reqa radestî terorê kir, QSD`ê jî ji tarîtiyê rizgar kir.REQA-SEX-DAST-BIDAST-AMI-LI-KIL-QSD (2)

Duh, li bajarê Reqayê bi hezaran şêniyên bajêr, ciwan, jin û zilam, şêxên eşîreyên Ereb, fermandarên QSD û endamên saziyan li dijî daxuyaniya Serokê rêjîma Sûriyeyê Beşar El-Esed ku QSD‘ê bi xiyanetê bi nav dike, daketin qadan.

Hejmareke ji şêxên êşîreyên Ereb ên herêmê ku beşdarî xwepêşandanê bibûn, nêrînên xwe anîn ziman.ELI ALI

Şêxê Eşîreya Hatim El-Tey Elî El-Elî got ” Bi navê xwe û navê eşîreya xwe ye, em Hêzên Sûriyeyê Demokratîk silav dikin, wan Reqa ji terora DAIŞ‘ê rizgar kir, ne mafê rêjîmê ku car caran nûqeteyên wan topbaran bike û gelên Bakurê Sûriyeyê bi îxanetê bi nav bike. Ne ji QSD‘ê baya Reqa ji tarîtiya DAIŞ‘ê azad ne dibû.”

EHMAD ALI

Ji aliyê xwe ve, Şêxê Eşîreya El-Efadila El- Ehmrat Ehmed El-Elî berxwedana QSD‘ê ya li hemberî DAIŞ‘ê silav kir û ev tişt anî ziman”Wekî gelên Bakurê Sûriyeyê, şêxên eşîreyan û gelê Reqayê QSD‘ê silav dikin û piştgiriya xwe ya bi wan re tînîn ziman, ji ber hêza tekane ye ya ku me ji terorê xelas kir.”

Ehmed El-Elî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku rêjîma Sûriyeyê Reqa radestî terorê kir û QSD‘ê aramiya herêmê bi cih anî.

(bb)

ANHA