Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rengê Minbicê ji “Orkêş” ne dûr bû

SILAVA EBDULREHMAN – MURADA KENDA

QAMIŞLO – Di nava çalakiyên çandî û hunerî yên “Yekemîn Mehrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan” de Koma Etyaf a ji bajarê Minbicê jî berhemên xwe yên folkolorî pêşkêş kir.

Ev kom piştî ku Minbic bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve hate avakirin. Etyaf ji 3 hunermend û 2 sazvanan pêk tê. Temenên endamên vê komên di navbera 30 û 60 saliyê de ye.

Yek ji wan Hunermend Ebid Hecî (60) li bajarê Minbicê bi stranên xwe bi nav û deng e. Hecî ji bo vê pêngava di warê çandî û hunerî de kêfxweşiya anî ziman û got: “Bi riya vê mehrîcanê û pêşkêşkirina berhemên cuda cuda yên hunerî biratiya gelan xurt dibe.”

Hunermend Mehmûd Hîlal (30) jî Mehrîcana Orkêş wekî gaveke baş bi nav kir û wiha domand “Me di Mehrîcana Orkêş de stranên xwe pêşkêş kirin û çanda xwe bi gelên Bakurê Sûriyeyê da nasîn.”

(mm)

ANHA