Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Reqa azad dibe; QSD`ê du taxên din rizgar kirin, 35 çete hatin kuştin

HAT NÛKIRIN

REQA – Şervanên QSD`ê du taxên din ên Reqayê ji çeteyên  DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha di şerê li hemû eniyên Reqayê de 35 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Pêngava  Rizgarkirina Reqayê bi  pêşketinên nû dewam dike. Li gorî agahiyên ku ji Reqayê hatin girtin, şervanên QSD`ê piştî şereke giran, taxa Mehdî û El-Refqa yên aliyê rojhilat ên   Reqayê, ji çeteyên  DAIŞ`ê  rizgar kirin. Di şerên  giran ên van her du taxan de, 17 çete hatin kuştin kuştin.

Piştî her du tax  hatin rizgarkirin, şervanên QSD`ê derbasî taxa Reşîd û Mansûre bûn. Di encama şerê li her du taxan de, 2 maşîneyên bombebarkirî û motorsiklêtekî çeteyan, hatin rûxandin.

Her wiha  li taxa Kevin a Reqayê ku li aliyê rojhilat dikeve, di encama şerê ku heta niha dewam dike de, yek sekvan 6 çete hatin kuştin.

Li taxa Rewda ya aliyê rojhilat ê Reqayê, şerekî demkî rû da. Di encamê de 4 çete hatin kuştin. Li taxa Diriyê jî di encama şerê ku rû da de, 5 çete hatin kuştin û  şervanekî QSD`ê birîndar bû.

Di heman demê de, li taxa Berîd di encama şerê demkî de, 3 çete hatin kuştin.

Li taxa Kevin di encama şerê giran de, sê şervanên QSD`ê bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne. Li heman taxê sê şervanên din jî birîndar bûn.

(kc)

ANHA