Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Reqa di 3 mehan de tarîtî ji ser xwe rakir û gavên mezin avêtin

REQA – Piştî ku bajarê Reqayê hate rizgarkirin welatiyên bajêr gavên mezin avêtin. Bi hezaran welatiyên bajêr di sê mehan de vegeriyan û hêzên ewlehiya hundirîn û meclîsa sivîl a bajêr ava kirin. Her wiha di aliyên xizmetguzarî, tenduristî û parastinê de gelek proje pêk anîn.REQA-BISKTINA-BAGIR-O MILAT (8)

Reqa yek ji parêzgehên Sûriyeyê ye û navenda parêzgehê bajarê Reqayê ye û 160 km rojhilatê bajarê Helebê dikeve, aliyê wê yê bakur bajarê Girê Spî ye û ji aliyê başûr ve jî parêzgeha Dêrazorê ye. Hejmara welatiyên parêzgehê beriya dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ku ji xwe re weke paytexta xîlafeta xwe pejirandibû, 944 hezar kes bûn.

Welatiyên bajarê dîrokî Reqayê ji ber zulm û terora çeteyên DAIŞ’ê rastî hovîtiyên cûda hatin. Welatiyan bi saya lehengên ciwanên xwe karibû di 17’ê Cotmeha sala borî de ji destên çeteyan di rêze hemelyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên bi navên “Xezeba Feratê” û “Hemleya Şehîd Ebû Emced” de were rizgarkirin.

Welatiyên bajêr ku ji aliyê çeteyan ve rastî hovîtiyên dijwar dihatin, neçar man ku ji malên xwe koçber bibin û piştî bajarê ji qirêjiya çeteyan hate paqijkirin tavilê vegeriyan malên xwe û jiyana xwe vejandin. Li gorî Meclîsa Sivîl a Reqayê heta niha bêtirî 14 hezar malbat vegeriyane malên xwe û tevgera vegera welatiyan hêjî berdewam e.REQA-BISKTINA-BAGIR-O MILAT (2)

Rêxistinên paqijkirina mayînan dest bi xebatên xwe kirin

Piştî ku şervanên QSD’ê di çarçoveya hemleya xwe ya bi navê “Rizgarkirina bajarê Reqayê” de giştî bajar rizgar kirin, rêxistina Roj a paqijkirina mayînan (RMCO) tavilê di bin navê hemleya Şehîd “Ebû Emced” de dest bi xebatên paqijkirina bajêr ji mayînên çeteyên DAIŞ’ê kir. RMCO di destpêkê de berê xwe da taxa El-Meşleb ku taxa yekemîn a bajêr hatibû rizgarkirin.

Piştî xebatên leşkerî bi dawî bûn bajar radestî aliyên sivîl hate kirin

Piştî ku hêzên leşkerî xebatên xwe di bajarê Reqayê de bi dawî kirin û bajar ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, QSD’ê bajar bi temamî radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê û hêzên Ewlehiya Hundirîn ku ji welatiyên bajêr pêk tên kir. Li ser vê yekê hêzên Ewlehiya Hundirîn dest bi xebatên xwe yên li ser bendên kontorlê kir û xebatên xwe di bajêr de birêxistin kirin.REQA-BISKTINA-BAGIR-O MILAT (12)

Avakirina Meclîsa Sivîl a Reqayê

Di aliyê rêxistinî de û bi armanca peydakirina rêbazekî birêxistinkirina welatiyên bajêr, di 18’ê Nîsana 2017’an de Meclîsa Sivîl a Reqayê hate damezrandin û tavilê dest bi kar û xebatên xwe kir û bi vê armancê gelek komîte avakirin da ku di vegera welatiyan de bibin alîkar û pêdiviyên welatiyan û xizmetguzariyên weke peydakirina ava vexwarinê û alîkariyan peyda bikin, tevî ku derfetên wê gelekî sînordar bûn.

Komîte bi rola xwe ya sereke ya avakirin û aktîfkirina meclîsên taxên bajêr radibin û welatiyan birêxistin dikin da ku rêveberiya xwe bi xwe di bin rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş de bikin û fikra netewa demokratîk di bajêr de belav bikin. Gava wê ya yekemîn jî avakirina Meclîsa Gel a taxa El-Meşleb bû ji ber ku welatiyên vê taxê beriya taxên din vegeriyan û paşê jî meclîsên herdu taxên Rimêla û Teyara hatin avakirin.

Di 11’ê Mijdara 2017’an de komîteya Jinûve Avakirina Bajêr  alavên mezin wergirtin û dest bi rakirina bendên axî yên di nava kolanan de kir û kolan ji bermahiyên şer û pevçûnan paqij kirin. Komîteya Paqijkirinê jî ji taxa El-Meşleb ve dest bi xebatên xwe kir û di 20 rojan de karibû giştî taxê paqij bike û derbasî taxên din bibe. her wiha rê û kolanên hundirê bajêr jî hatin vekirin.

Piştre Komîteya Xizmetguzariyê dest bi belavkirina ava vexwarinê bi riya panzêran kir û komîteyê di heman demê de xebatên sererastkirina toreya avê dest pê kir û sê pumpên derxistina avê yên bajêr dane xebitandin.REQA-BISKTINA-BAGIR-O MILAT (14)

Meclîsa Sivîl a Reqayê bi armanca pêdiviyên welatiyan peyda bike li bajarokên Kerramê û Hezîma komîteyên cûda yên weke komîteya xizmetguzariyê, paqijiyê, ava vexwarinê, beşê sererastkirinê, komîteya sotemeniyê, kehrebe û komîteya çavdêriyê ava kirin.

Mazot û gaz li welatiyên Reqa hate belavkirin

Di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Reqayê mazot hatibû qedexekirin û kesekî ku ji derveyî herêmên di bin serweriya çeteyan de bûn bikire rastî cezayên cûda dihat. Her wiha hemû cûreyên sotemeniyê li ser bajêr hatin qedexekirin.

Piştî ku bajar bi temamî hate rizgarkirin, bi hatina demsala zivistanê pêdiviya welatiyan bi sotemeniyê zêde bû, li ser vê yekê komîteya Sotemeniyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê dest bi belavkirina mazotê li welatiyên bajêr kir û her malbatekê 200 lître mazot wergirtin û heta niha tenê li taxên Teyar, Meşleb û Rimêla bêtirî 300 hezar lître hatine belavkirin. Heman komîteyê her wiha tîpên gaze li welatiyên van taxan belav kirin.REQA-BISKTINA-BAGIR-O MILAT (5)

4 hezar şagir vegeriyan dibistanên xwe

Di aliyê perwerdehiyê de, Komîteya Perwerdehiyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê ji ber ku şagirtên bajêr ev bêtirî 6 sal in ji xwendin û dibistanan bê par mane di 27’ê Mijdarê de dest bi kar û xebatên xwe kir û weke gava destpêkê nêzî 1000 şagirt qeyd kirin û 20 mamoste erkdar kirin.

Bi vegera welatiyan re komîteya Perwerdehiyê heta niha 4 hezar şagirt qeyd kirin û bêtirî 150 mamosteyan erkdar kirin û di 6 dibistanan de bicih kirin. Her wiha xebatên xwe ji bo sererastkirina hemû dibistanan berdewam dike.

Vekirina navenda TenduristiyêREQA-BISKTINA-BAGIR-O MILAT (16)

Di aliyê tenduristî de, Komîteya Tenduristî ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê li taxa El-Meşleb yekemîn navenda Tenduristiyê vekir da ku alîkariya welatiyan di aliyê tenduristî de bike û derman û îlacê bê pere ji welatiyan re peyda bike, tevî ku derfetên mecilîsê sînordar in û li gorî derfetên xwe alîkariyan pêşkêş dike.

Bazarên Reqa ji nû ve hatin vejandin

Piştî ku welatiyên bajêr vegeriyan malên xwe û jiyana xwe ji nû ve vejandin, hêdî hêdî bazarên bajêr jî ji nû ve hatin vekirin û tevgera di bazaran de ji nû ve dest pê kir. Her wiha xwestina madeyên avakirinê herî zêde dihat xwestin da ku welatî malên xwe sererast bikin.

Bazara Hal yek ji van bazaran e ku ji nû ve hate vejandin û êdî hemû cûreyên sebze û fêkiyan têde tên firotin.REQA-BISKTINA-BAGIR-O MILAT (15)

Komîtay Firneyan a Meclîsa Sivîl a Reqayê bi armanca peyda kirina nan ji welatiyan re gelek firne vekirin û niha kîloya nan bi 100 lîreyên Sûriyeyê tê firotin.

Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hemû hêz û derfetên xwe xebatên xwe ji bo birêxistinkirina welatiyan û pêşxistina rewşa xizmetguzarî û jiyanî ya welatiyên bajêr berdewam dike.

(jh)

ANHA