Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Reqa ji nû ve şên dibe

EHMED SEMÎR / HEMED EL-MUSTEFA

REQA – Li taxa El-Meşleb a bajarê Reqayê piştî ku welatiyên wê vegeriyan jiyan ji nû ve tê vejandin û dukandaran jî deriyên dukanên xwe vekirin.

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 9’ê Pûşbera 2017’an de yekemîn taxa bajarê Reqayê rizgar kirin. Ev tax jî taxa El-Meşleb bû û piştî ku bajar bi temamî ji destên çeteyan rizgar kirin û dest bi xebatên paqijkirina mayînên çeteyan kirin, yekemîn taxa ku ji mayînên çeteyan hatiye paqijkirin taxa El-Meşleb bû û li ser vê yekê hêzên QSD’ê bang li welatiyan kir ku vegerin malên xwe û jiyana xwe ji nû ve vejînin.

Welatiyên taxê jî ku ev demeke dirêj e li benda vê nûçeyê ne tavilê berê xwe dane taxa xwe û dest bi sererastkirina xaniyên xwe kirin û jiyana xwe ji nû ve bi awayekî azad vejandin. Her wiha piraniya dukandaran jî deriyên xwe li pêşiya welatiyan vekirin da ku karibin pêdiviyên xwe peyda bikin.

(jh)

ANHA