Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Reqa.. kêliya teqîna erebeya bombebarkirî

Dîmen

REQA – Li taxa Reqaya Kevin şervanên QSD`ê erebeya bombebarkirî ya çeteyên DAIŞʹê beriya ku bighêje armanca xwe teqandin.

Şervanên QSD`ê pêşveçûna xwe ya ber bi navenda bajarê Reqa didomîne. Çeteyên DAIŞʹê bi erebeyên bombebarkirî dixwazin pêşketina şervanan asteng bikin.  Şervanan beşek mezin ji taxên rojava û rojhilat ên bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞʹê rizgar bikin. Di aliyê rojhilat de şervanan heta niha nîvê taxa Reqa ya kevin û taxa Hîşam Bin Ebdulmelek ji çeteyan rizgar bikin. Li aliyê rojava jî şervanan beşek mezin ji taxên Berîd, Yermûk, El-Diriye û El-Nede ji çeteyan rizgar bikin.

Nûçegîhanên ANHA`yê ku ji destpêka helmeya rizgarkirina Reqayê ve kêlî bi kêlî bi şervanan re ne û hemeleyê dişopînin, dîmenê dema çeteyan dixwestin bi tirmpêleke bombebarkirî êrîş bikin û şervanan tirmpêla bombebarkirî ji dûr ve teqandin kişand.

Di encama teqandinê de zirarekî mezin di derdorê de pêk hat û duman bi ser bajar ket.

Dîmen û Wêne: Ekrem Berekat

(jo/dc)

ANHA

REQA-SERVANA-EREBEYEK-TEQANDIN1 ‫(1)‬ REQA-SERVANA-EREBEYEK-TEQANDIN1 ‫(164692481)‬ ‫‬