Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Reqaya azad: Li cihê ʺserjêkirinaʺ mirovan, sempozyoma ʺHuner li dijî şerʺ

REQA – Bi  dûrişmeyaʺHuner li dijî şerʺ û bi destekdayîna Yekîneyên Parastina Gel(YPG) wekî gaveke piştevaniya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokatîk(QSD), Yekîtiya Rewşenbîran a Rojava Sempozyom Reqa ya Şêwekarî li bajarê Reqayê vekir.

Li Reqaya azad ku cara yekemîne çalakiyekî bi vî rengî lê tê lidarxistin 8 şêwekar û gelek rewşenbîr beşdarî bûne.REQQA-PESENGA-WENEYAN (2)

Sempozyom îro li Çerxereya El-Neîm a naverasta bajarê Reqayê bi tevlîbûna xurt ji aliyê şêniyên Reqa û her wiha fermandarên QSD û Baba Neol, hate destpêkirin.

Şêwekarên ku beşdarî bûne û dest bi karê xwe kirine ev in:ʺAyîd Hesen, Mûsa Mûsa,  Mihemed Emîn Ebdo, Ramî Cerad, Ekrem Zafî, Ferhad Xelîl, Mihemed Şahîn û Berxwedan Mişo.

Sempozyom wê sê rojan dewam bike.

Çerxereya El-Neîm çeteyên DAIŞ`ê wekî cihekî serêjkirin û kuştina mirovan bi kar dianî. Êdî ew der ji bo şêniyên Reqayê bibû dojeh.

(kc)

ANHA

REQQA-PESENGA-WENEYAN (3) REQQA-PESENGA-WENEYAN (4)