Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Reşnivîsa rêziknameya Meclîsa Jinên Sûriyê hat nirxandin

Dîmen

QAMIŞLO – Rêxistinên jinan li hev kom bûn û reşnivîsa rêziknameya Meclîsa Jinên Sûriyê nirxandin. Jinan biryar dan ku ew jî beşdarî meclîsê bibin.QAM-MECLISA-JINEN-SURIYE-BI-JINAN-RE-CIVIYA4

Bi armanca nîqaşkirina li ser reşnivîsa rêziknameya Meclîsa Jinên Sûriya komîteya amadekar a meclîsê bi rêxistinên jin ên li bajar re civiya.

Di civînê de endamên saziyên jinan ên weke Rêxistina Sara, Rêxistina El-Yeûm El-Talî, Navenda Civaka Sivîl û Demokratîk, Jinên Azad û Sosyalîst, Weqfa Jina Azad, Rêxistina Jinên Asûrî, Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Sûriyan û mala Êzîdiyan amade bûn.

Civîn ji Endama Komîteya Amadekar û Berdevka Meclîsê Lorîn Îbrahîm ve hat birêvebirin. Di destpêka civînê de Lorîn armanca lidarxistina civînê ji beşdaran re vegot û destnîşan kir ku dixwazin ku nêrîn û pêşinyarên wan ên derebarê reşnivîsê de guhdar bikin.QAM-MECLISA-JINEN-SURIYE-BI-JINAN-RE-CIVIYA1

Lorîn behsa însiyatîfa avakirina Meclîsa Jinên Sûriyê ku ji aliyê komeke jinan a serbixwe ve hatiye pêşinyarkirin kir û got ku ev meclîs bi armanca ku ew karibin li Sûriyê îradeyeke jin derxin pêş ku karibe di çareseriyê de cih bigre û pêşengiyê bike.

Lorîn her wiha behsa encamên hevdîtinên ku bi jinên ku li Sûriyê û derve dijîn re pêk anîne kir û got ku hemû jinan nêrînên erênî derbarê avakirina meclîsê de dane û xwestine ku ew jî beşdar bibin. Lorîn da xuyakirin ku gelek jinên ku di cîhanê de xwedî giraniyek siyasî ne jî ev proje erênî nirxandine.

Paşê jî renivîsa meclîsê hat xwendin û ji aliyê jinan ve hat nirxandin.QAM-MECLISA-JINEN-SURIYE-BI-JINAN-RE-CIVIYA3

Di dawiya civînê de biryar hat girtin ku 5 jin beşdarî meclîsê bibin. Her wiha 2 jin jî beşdarî komîteya amadekar a avakirina meclîsê bibin.

Meclîsa Jinên Sûrya di 12’ê Sibata 2017’an de bi daxuyaniyekê xebata xwe ragihandin.

(dm)

ANHA