Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêveberiya Cizîrê serkeftina Kobanê silav kir

AMÛDÊ – Serokatiya Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê serkeftina Kobanê bi pêşengiya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a li hemberî çeteyên êrîşkar ên DAIŞ’ê wekî serkeftina tevahiya gelê Kurdistanî û cîhanê binav kir û rizgarkirina temamiya bajarê Kobanê li hemû kes, hêz, aliyan pîroz kir.

Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso ji ANHA’yê re da xuyakirin ku berxwedana Kobanê ku qehremanên mîna Arîn Mîrkan pêşengtî jêre kirine bêguman misogeriya serkeftinê bû û got ku gelê Kobanê di serî de şervanên YPG, YPJ’ê ku îro temamiya bajarê Kobanê ji çeteyan paqij kirine misogeriya rizgarkirina li hemberî dijminên mirovahiyê ye.

Hiso wiha anî ziman: “Serketina Kobanê serkeftina tevahiya cîhanê li hemberî dijminên mirovahiyê ye. Serkeftina şehîdên wekî Arînan li hemberî hişmendiya êrîşkaran a radîkal û olperestiyê ye. Serkeftina Kobanê serkeftina herêma Cizîrê û Efrînê û tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê ye.”

Hiso da zanîn ku ew di wê baweriyê de bûn ku gava serkeftina Kobanê û rizgarkirina wê ji çeteyan nêz bû û ev serkeftin îro li ser destê qehreman ket dîroka gelê Kurd û Rojava. Ekrem Hiso destnîşan kir ku êrîşên çeteyan tu caran nikarin vîna gelan a azad têk bibin û serkeftina Kobanê ya ji bo parastina nirxên mirovahiyê nîşaneya herî ber biçav e, her wiha diyar kir ku baweriya wan sed bi sedî bi gelê Kobanê hebû û ev bawerî di cihê xwe de bû.

(he)