Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêveberiya Xweser Destûra Sûriya Fedraliya Demokratîk nîqaş dike

AMÛDÊ – Meclîsa Zagonsaz û Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê destûra Sûriya Fedraliya Demokratîk ku reşnivîsa wê ji aliyê MSDʹê ve hatiye pêşkêşkirin, nîqaş dikin.AMUDE-CIVINA-FEDRAL ‫(1)‬ ‫‬

Îro di saetên sibê de Meclîsa Zagonsaz û Desteyê Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Demokratîk, Komseriya Bilind a Hilbijartinan û Şêwirmendên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  Bedran Çiya û Mizgîn Ehmed li salona civînan a navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê civiyan. Di civîna ku bi rêzgirtinê destpê kir.

Paşê reşnivîsa destûra fedraliya demorkatîk ku ji 114 bendan pêk tê jialiyê Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo ve hate xwendin.

Civîn hîn jî didome û beşdar derbarê reşnivîsê nerînaxwe didin, ev nerîn û pêşniyar dê ji MSDʹê re werin pêşkêşkirin.

(dc)

ANHA