Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêveberiya Xweser şehîdên komkujiya Helebçe bibîr anîn

Dîmen

AMÛDÊ – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê  di 19`emîn salvegera komkujiya Helebça de hemû qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê  bi boneya salvegera komkujiya Helpça daxuyaniyek da.  Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê ya li bajarê Amûdê hate xwendin.

Daxuyaniya ku bi beşdarbûna hemû Endamên Desteyên Rêveberiya Xweser ji aliyê Hevserokêa Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo ve hat xwendin.

Helem Xelo di destpêka daxuyaniyê de got: ʺEm di 19`emîn salvegera komkujiya Helebçe ku di encamê de bi hezaran qurbanî ji gelê Kurd bi çekên kîmawî jiyana xwe ji dest dan, de hemû şehîdên komkujiyê bi bîr tînin. Di vê rojê de her wiha em hemû gelê kurd ku di komkujiyên dewletên dagirker re de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Em ji hemû kujeran re dibêjin ku ew bi tu awayî nikarin îradeya gelê me bişkînin.ʺ

Hekem Xilo di heman demê de êrîşên çeteyên PDK`ê yên li ser gelê êzidî li Şengalê wek îxanet pênase kir û got: ʺEv êrîş jî berdewama komkujiya Helpçaye û bi heman zihniyetê pêk hatiye. Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de desoz didin hemû Şehîdan ku emê rêya wan bidomînin da ku hêviyên wan pêk werin.ʺ

Piştî xwendina daxuyaniyê bi dawî bû, beşdaran bê navber diruşmeyên dilsoziyê beriz kirin û dawî li daxuyaniya xwe anîn.

(rr/dc)

ANHA