Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Rewakirina zewaca di temenê biçûk de siyaseta DAIŞ‘ê temsîl dike’      

QAMIŞLO – Desteya Jin a Kantona Cizîrê pêşniyarqanûna guhertina medenî ya Iraqê ku zewaca di temenê biçûk de rewa dike, şermezar kir got kurawakirina zewaca di temenê biçûk de siyaseta DAIŞ‘ê temsîl dike.

Desteya Jin a Kantona Cizîrê derbarê pêşniyarqanûna guhertina destûra medenî ya Iraqê ku, zewaca bi temenê biçûk de rewa dike daxuyaniyeke ji bo raya giştî da.

Di daxuyaniyê de qanûna rewakirina zewaca di temenê biçûk de ku mafê jinan bin pê dike hate şermezar kirin û hate gotin ku ev qanûn siyaseta DAIŞ‘ê ya temsîl dike, ji ber ku jin wekî meteyeke kirîn û firotin di destê zilam de tê bikarnîn. Qanûna zewackirina di temenê kêmî 9 salan de karîseke mezin derheqê jinê ye.

Desteya Jinê di berdewam daxuyaniyê de got: “Em wekî jinên Rojava biryara derheqê jinê bi tu awayî qebûl nakin. Di madeya /24/  a di 22‘ê Cotmeha 2014‘an de zewaca di temenê kêmî 18 salan ve hatiye qedexekirin. Cezayê girtinê ji 3 heyanî 7 salan li bavê wê tê birîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Desteya Jinê ji bo mafê jin  têdikoşîn û ev tişt hate gotin” Pêkanîna vê qanûnê, serdema cahiliyetê vedigerîne. Li ser vê yekê em bang li desteyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî yên jinan dikin ku ji bo rawestandina vê qanûnê tevbigerin.”

(bb)

ANHA