Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Rewakirina zewaca di temenê biçûk de, tehlukeyeke mezin e’

Dîmen

MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Koordînatora Giştî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Rûla Harûn erêkirina qanûna zewaca di temenê biçûk de wekî tehlukeyeke mezin ji bo jinên Ereb bi nav kir û bang li jinan kir ku li hember rewakirina zagona zewaca di temenê biçûk de, serî hildin.

Koordînatora Giştî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Rûla Harûn derbarê pêkanîna hin guhertinan di qanûna medenî ya destura Iraqê de ku ji aliyê parlamentoya û hin hêzên Isalmî ve hatine amadekirin, ku nav de zewaca di temenê biçûk de rawa kirin, axivî.

Rûla Harûn rawakirina qanûna zewaca di temenê biçûk de, wekî tehlûkeyê bi nav kir û got: “Ev qanûn ji bo jinên Îraqê û jinên ereban bi giştî tehlûkeyeke mezin e û qanûna El-Caferî ji nû ve pêk tîne, her wiha qanûna DAIŞ‘ê ya bi navê zewaca mûcahidîn, xûrt dike.”

Rûla di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev qanûn rê li pêşiya pergalên baviksalarî û zihniyeta olperestî vedike ku qanûnê pêk bîne, xurt dike û got: ” Ev qanûn mafê jinê û azadiya wê binpê dike. Li aliyekî din jî ji ber ku em nêzî roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bûne, ev biryara derheqê jinê de, ne layîqî hikûmeta Iraqê ye.”

Rûla Hûrûn daxuyakirin ku ev qanûn tundiya li ser jinan xurt dike û got: “Tundî ne tenê fîzîkî ye, lê belê gelek cûreyên wê hene, dirûnî û çandî jî di nav de,  Zewaca jin a di temenê biçûk de tundiya herî zor e û azadiya wê bipê dike.”

Koordînatora Giştî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, Rûla Harûn di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan, di serî de jinên Iraqê û yên Ereb kir ku li dijî vê qanûnê serî hilde û got: “Ev qanûn rê li pêşiya sîstemên ku xwe dispêrin zihniyeta kevneeşopî vedike ku vê sîstemê li welatên xwe pêk bînin.”

(bb)

ANHA