Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rewşa dawî ya Îranê û serhildana gelan

NAVENDA NÛÇEYAN – Serhildana gelên Îranê di hefteya xwe ya duyemîn de didome. Ev serhildan bi tundiya hêzên rêjîmê re rû bi rû tê û li beramberî wê xwepêşandanên alîgiriya rêjîmê dikin derdikevin.

Ji 28’ê kanûna 2017’an ve li seranserî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel li dijî rewşa xizanî û gendeliyê rabû serhildanê û piştre çalakvanan banga hilweşandina rêjîma dîktator a Îranê kirin.

Şevê din jî li bajarê Xeremşehir ê parêzgeha Xuzistanê, bajarê Dezfûl ê li başûrê Îranê, bajarê Nûşehir ê li bakurê Îranê, bajarê Melayir ê parêzgeha Hemdan û li duyemîn mezintirîn bajarê Îran Meşhedê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Di xwepêşandanan de ev durişme hatin avêtin “Birêz Elî ji xwe fedî bike”, “Ji dîktator re mirin”, Xelk perîşan bûne û murşidê bilind jî xwe dike wekî xwedan”

Hêzên rêjîma Îranê jî li dijî xwepêşandanên sivîl rê û rêbazên tundrew bi kar anîn. Di encamê de di nava xwepêşandanan de zeyîfatî çêbû.

Li gorî daneyên Televisyona Fermî ya Îranê, di xwepêşandanan de heta niha 21 kes hatin kuştin û 450 kes jî birîndar bûne, her wiha zêdetirî hezar kesî jî hatine girtin.

Hêzên rêjîma Îranê gef li çalakvanan xwarin ku wê hemû werin cezakirin û hin jî werin bidarvekirin.

Rêjîma desthilatdar a Îranê ji bo rê li pêşiya xwepêşandanên dijberî xwe bigre serî li rêbazeke din daye. Rêjîmê li bajarên Tahran, Meşhed û Asfehanê xwepêşandanên ku alîgiriya wê dikin li dar xist.

Balkêş e ku kesên derketin xwepêşandanan û alîgiriya rêjîmê dikin bang kirin ku “Kesên tevlîheviyan derdixin werin cezakirin”. Rêjîma Îranê bi van xwepêşandanan hewl dide ku tundiya xwe ya li dijî xwepêşandanên dijberî xwe rewa bike.

(he)