Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rewşa Malbatên Şehîdan hate nirxandin

GIRÊ SPÎ – Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî bi civînekê rewşa malbatên şehîdan nirxandin.

Civîn bi beşarûbna bi dehan dayik û hevjînên şehîdan û Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Begar Hec Muslim li sala nexweşxaneyê hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê hevjîna Şehîd Welat Sincar axaftin kir û got “Jiyana me beriya şehîdan mirin bû, îro bo xwîna şehîdan jiyaneke bi rûmet û azad dijîn.”

Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Begara Hec Muslim armaca civînê diyar kir û got ew civiyane da ku rewşa malbatên şehîdan bi nirxînin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Civîn bi nîqaşên derbarê pirsgirêkan û zehmetiyhên têne kişandin, her wiha çawaniya çareserkirinê berdewam kir.

(bb)

ANHA

WELAT SINCAR GIRE SPI-CIVINA-MALBATEN-SEHIDA (1) GIRE SPI-CIVINA-MALBATEN-SEHIDA (2)