Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rewşa navenda Reqayê çawaye?

DOSYA

Belgeya înfazên di nava DAIŞ’ê de!

ERDOGAN ALTAN

REQQA –Pêşveçûna şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ya ku ber bi Reqqayê ve didome û çeteyên DAIŞ’ê tengav dike. Belgeya ku bi hinceta hin serçete sîxûrtiya Rejîma Sûriyê dikin, biryara înfazkirina wan hatiye derxistin. Her wiha çete, 19 avahiyên dibistan û 3 avahiyên fakulteyên girêdayî Zanîngeha Firatê ji xwe re wek e navendên leşkerî bikar tînin.DOSYA copy

Her çiqas pêşveçûna şervanên Odeya Çalakiyan a  Xezeba Firadê ya ku ber bi Reqqa û Tebqayê ve didom e, di nava çeteyên DAIŞ’ê de tevlîheviyê çêdike. Ev pêşveçûna şervanan çeteyên DAIŞ’ê neçar dihêle ku serî li riyên cûr bi cûr bidin. Ji belgeyên biryara înfazkirina serçeteyên ku bi hinceta ajantiya rejîmê dikin bigire, heta avahiyên dibistan, zanîngeh, hin mizgeft, walîtiyê weke navenda leşkeriya xwe bikaranîn, dîsa di her warî de tengavkirina sivîlan, rewşa li navenda bajarê Reqayê çiye datîne ber çavan.

Belgeya înfaza serçeteyan!

Bi pêşveçûna şervanên Odeya Çalakiyan a  Xezeba Firadê re li Reqqayê di nava çeteyên DAIŞ’ê de tevlîheviyê çêdike. Li gor belgeyê ketî destê me, xuyaye ji hêla Serçeteyên DAIŞ’ê ve ji berpirsiyarên Reqayê re hatî şandin, biryara înfazkirina gelek serçete û endamên xwe yên bi hinceta agahî didin rejîmê, dane. Di belgeya ku zimanê erebî hatî nivisandin de wiha hatiye gotin: “Dewleta Islamî Li Iraq û Şamê. Wilayeta Reqqa. Bi navê xwedayê mezin û dilovan. Agahî ji me re hatiye ku dibêje hin ajanên Rejîmê di nava me de ne. Piştî lêkolîn û girtina girûbekê, mijar hat zelalkirin û diyar bû ku hin endamên me yên xayîn bi wan re kar dikin. Piştî lêpirsin û komkirina îspata li ser van xayinan, ev xayîn hatin tasfiye kirin. Xweda serkeftinê dide.”

Berê de jî hatibû ragihandin ku di navbêra çeteyên ji welatên wek e Iraq, Qatar, Erebistana Siûdî, Tûnûs û her wekî din hatine de nakokî derketibûn û dest bi înfaza serçeteyan hatibû kirin.

Dibistanan wek navend bikar tînin!

Li gor bîrdoziya DAIŞ’ê ku xwendina zarokan qedexeye, ji roja Reqayê dagir kiriye heta niha zarokên Reqayî ji dibistanan mehrûm hatine hiştin. Bi destpêkirina operasyona Xezeba Firadê re çeteyên DAIŞ’ê bi taybetî jî di demên dawî de avahiyên dibistan û fakulteyên girêdayên Zanîngeha Firatê ji xwe re wek e navend bikar tînin. Çeteyên DAIŞ’ê 19 dibistanên seretayî yên bi navê Dar Elselam, El Mûtefewiqîn, Hemîda, îbn Xeldûn, Siltan Baş Eletreş, Ibn El Heyîsem, Rebîa, Ibî Firas El-Hemedanî, El-Reşîd, Cenîn, Mûsa Bîn El-Nesîr, Mutenebî, Ebî Zir El Xefarî, Xalid Bin Welîd, Cemîla Ebû Heyder, Usama Bîn El-Min Ez û fakulteyên girêdayên Zanîngeha Firatê, yên Muhendisa Komputur, Fakulteya Endizyariya  Avahiyê û Enstîtuya Teknolojiyê, ji xwe re wek e navend bikar tînin. Ev dibistan û fakulte piranî li taxên bi navê Taxa El Nihda, Taxa El Kerîm, Taxa El Berîd, Taxa Hişyam Abdul Melîk, Taxa Sineayiyê, Taxa Nizlet Şehade, Taxa El-Rimêla, El-Methenê û El-Dirêyiyê ku li bakur, rojava û rojhilatên Reqayê dikevin.

Rêya çûn û hatina çeteyan nemaye

Bi Hemeleya Xezeba Firadê re endamên DAIŞ’ê ku bêzar mane, ji bo liv û tevgera xwe tunelên di navbêra Taxa El-Seneayiyê ya ji Dibistana Cemal Ebd El-Nasir heta taxa El-Terkîbatê de bikar tînin. Hat destnîşankirin ku DAIŞ ji bo cebilxaneyê ji riyên ax ên di navbêra Reqqa û gundê Sefsafah de bikar tînin. Hat gotin ku ev rê jî digihije heta Taxa El-Ewel a li pişt Bendava Tebqayê ye. Di operasyona taybet û bi alîkariya hewayî de ev riyên sereke yên di navbêra bajarê Tebqa û Taxa El-Ewel hatiye bombebarankirin êdî çeteyên DAIŞʹê ji bo teqwiya cebilxaneyê nikarin di van riyan de bikin.

Tirs û xov ketiye dilê çeteyan!

Çeteyên ku zêde windayiyan didin, dest bi xûrtkirina satir (xendekan), çêkirina tunelan dikin û her wiha biryara êdî divê tu çete di nava rojê de serbest hareket nekin, hat derxistin. Çete li derdor û navenda bajêr jî satirên axê li ser cadeyan bilind kirine. Çeteyan, li taxên Dahiyet, 23 Sibat û di cadeyên El-Wadî û Til Ebyed ên bakurê Reqqayê de  tunel û satiran zêde dikin.

SIBÊ: Li Reqa bûhaya nan girane,  jiyana mirovan jî erzan bûye!